15:42 21 Gulan 2018
    Çiya - Operasyon - PKK - Şer

    ‘Li ser kêlikên gorên PKKyiyan ên rûxandî JOH nivîsandin’

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku di operasyonên berdewam ên artêşa Tirkiyeyê yên li deverên çiyayên Gabar û Cûdiyê de, gorên PKKyiyên li demên cuda jiyana xwe ji dest dane hatine ruxandin û li ser kêlikên wan goran jî nivîs hatine nivîsîn.

    Li gor nûçeya ku ajansa Mezopotamyayê ku li ser medya civakî jî belav bûye, di dema operasyona artêşa Tirkiyeyê ya bi ser herêma Lawikê Xerîb a çiyayê Cûdî de gorên PKKyiyan jî hatine ruxandin û li ser wan nivîs hatine nivîsandin.

    Di wêneyekî hatiye parvekirin de tê xuyakirin, li bin lewheya ku bi kurdî navê goristanê hatiye nivîsîn de, çend kêlikên mezelan hatine komkirin û li ser wan jî ‘Meteler JOH' anku navê wê yekîneya leşkerî ya ev kar kiriye hatiye nivîsandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Wê bersiva me ji bo dorpêçên nû yên Amerîkayê gelekî tund be
    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
    Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
    Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
    Li sînorê Xezeyê 5 filîstînî hatin kuştin, 250 jî birîndar bûn
    Haley: Rûsya qet nabe dostê Amerîkayê
    Etîketan:
    Operasyon, Gabar, Cudî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de