10:11 23 Nîsan 2018
    S-400 hava savunma sistemi

    Tirkiye ji bo biryara Amerîkayê ya Rosoboronexportê: Mijar hatiye girtin

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarekî Wwezareta Derve ya Tirkiyeyê got ku "biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku şirketa îxracata leşkerî ya dewleta Rûsyayê osoboronexport xist nav lîsteyê saziyên ku mueyide li wan tê sepandin dê bandorê li kirrîna S-400î ji aliyê Tirkiyeyê ve neke."

    Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û leşkerên Iraqê
    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Rayedar bi Sputnikê re axift û got, "Serokkomar (ê Tirkiyeyê) Recep Tayyip Erdogan di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan da, wî got 'mijara peymana S-400î ya li gel Rûsyayê hat girtin'. Li gel mueyideyên Amerîkayê li ser Rosoboroexportê jî ev helwest neguheriye."

    Amerîkayê mueideyên xwe li ser Rûsyayê zêde kiribûn û 24 pîşesaz û bîrokrat û 14 sazî li lîsteya xwe zêde kiribûn ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Nikolay Patruşev û Serokê Gazpromê Aleksey Miller jî di nav de ne.

    Bi heman mijarî:

    'Amerîka dest bi vekişandina ji baregeha Incirlikê kir'
    Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
    Amerîka hêzeke taybet li rojavayê Kobaniyê bicih dike
    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Ebadî: Di navbera Amerîka û Îranê de em nabin alîgir
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya tirkiyeyê, Rosoboroexport, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de