03:07 23 Nîsan 2018
    Çek

    Li Amedê keça xwendekar, li dibistanê întîhar kir

    © Sputnik / Regis Duvignau
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amedê keça xwendekar ya bi navê M.G ku bi hevala re ket nîqaşê û pişt re lêborîn xwest û lêborîna wê ji aliyê hevala wê ve nehat qebûlkirin, li dibistanê bi çekê întîhar kir.

    Li navçeya Yenişehira Amedê xwendekara dibistana lîseyê M.G duh bi hevalek xwe re ji ber sedemek ne diyar ket nîqaşê. M.G piştî demekê ji hevala xwe lêborîn xwest ku wê bibexşîn e, lê hevala wê bersiva neyînî da û lêborîna wê qebûl nekir.

    Li gor nûçeya DHAyê îro M.G li kolana hember dibistanê hevalên xwe li derdora kom kir û eşkere kir ku li ser wê çek heye û ji ber ku hevala wê lêborîna wê qebûl nekiriye wê întîhar bike. M.G piştî van gotinan çek bi serê xwe ve danî dîkê çekê kişand. Keça bi navê M.G giran brîndar bû û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. Herwiha keça ciwan di bin tedawiyê de ye.

    Bi heman mijarî:

    'Leşkerê artêşa DYAyê yê berê hevsera xwe ya rûs kuşt û întîxar kir'
    Prensê Siûdî li balafirxaneyê întîxar kir
    Gelo kurê Fîdel Castro întîxar kir?
    70 karkerî întîxar kir
    Etîketan:
    întîxar, Dibistan, çek, xwendekar, DHA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de