05:48 22 Nîsan 2018
    Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û leşkerên Iraqê

    Tirkiye: Yan em yan jî YPG

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Karûbarên Ewropayê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê Omer Çelik duh got ku "divê Fransa biryar xwe bide bê dixwaze di şerê li dijî DAIŞê de kê bike hevalbendê xwe" û xwest ku tiştê pêwîst bike da ku YPGê ji Minbicê vekişe.

    Li gorî Reutersê, Çelik piştî civîna xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got, "pêwîst e, hevalbendên me bibijêrin ku dê di şerê DAIŞê de li gel Tirkiyeyê bisekinin û ne bi PYD û YPGê re".

    Herwiha wezîrê tirk got, "me xwest piştrast bikin ku em pêşbîn dik,n Fransa tiştekî neke ku PYD û YPG teşwîq bike yan jî piştgiriyê bide wan."

    Berî niha Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêşniyar kiribû ku navbeynkariyê di navbera Tirkiye û HSDê de bike lê dîsa Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ew pêşniyar red kiribû.

    Çelik di berdewamiya axiftina xwe de careke din pêşniyarên Fransayê yên navbeynkariyê dubare kirin û got ku "divê Fransa fêm bike ku komên kurdî yên li Sûriyeyê ji PKKê ne cuda ne."

    Herwiha Çelik got, "çi piştgiriyek ji PYD/YPGê re dê wek piştgirtina terorê were hesibandin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê li dar bixe, wê wekî êrîşê were nirxandin
    Hat îdîakirin ku Mike Pence serdana baregehe leşkerî ya nêzîkê sînorê Sûriye kiriye
    Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
    Wezîrê Îsraîlê: ‘Sûriye piştgiriya Îranê bike, wê Esad û Artêşa wî brînek mezin bistîne'
    Etîketan:
    kurdên Sûriyeyê, PKK, YPG, PYD, DAIŞ, Omer Çelik, Jean-Yves Le Drian, Fransa, Minbic, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de