17:36 20 Nîsan 2018
    Dadgeh

    Bersûcê got, 'Ez ne DAIŞî me, ez endamê ASAyê me' hat berdan

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Kesê bi navê Safa Saribek ku li bajarê Kayseriyê bi sûcê endamtiya DAIŞê hatibû girtin di parastina xwe ya li dadgehê de got, "Ez ne endamê DAIŞê me, min di refên ASAyê de cih girt." Heyeta dadgehê ji sûcê "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezaya zindanê da Saribek û ew tehliye kir.

    Li gorî nûçeya DHAyê îro li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê li Dadgeha Cezaya Giran ya 4an endamê DAIŞê yê bi navê Oguzhan Korkmaz jî di nav de, yek jê girtî, bi tevahî 12 bersûc hatin darizandin. Di darizandinê bersûcê girtî Safa Saribek û bersûcên din amade bûn û ji wan kesî sûcên li wan dihatin girtin, qebûl nekirin.

    Bersûcê girtî Safa Saribek diyar kir ku ew di 17 saliya xwe de ji Kayseriyê çû Sûriyeyê û ev tişt gotin, "Min bêriya malbata xwe kiribû û min xwest bi riyên deryasayî derbasî Tirkiyeyê bibim. Ez di Nîsana 2016an de derbasî Hatayê bûm. Ji ber ku navê min Safa bû, navê kod nedan min. Min perwerdehiya dînî dît lê min ya çekdarî nedît. Ez beşdarî pevçûnan nebûm."

    Dozgerê komarê xwest ku Oguzhan Korkmaz ji ber darizandina wî ya li Dadgeha Cezaya Giran ya 2yan ji vê dozê were redkirin û Safa Saribek jî bi sedema ku li Sûriyeyê ji DAIŞê perwerdehiya leşkerî û siyasî giritye were cezakirin.

    Heyeta dadgehê derbarê bersûcê girtî Safa Saribek de ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê' 7 sal û 6 mehan cezaya girtîgehê da û bi şertê kontrola edlî ew tehliye kir. Keyetê ji bo Oguzhan Korkmaz û kesê bi navê Ahmet T. jî biryar da ku ew ji vê dozê werin derdestkirin û ji bo bersûcên din jî bi hinceta ‘kêmbûna delîlan' biryara beraatê da.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrîşeke mezin bir ser hêzên Iraqê yên li Kerkûkê
    Ji DAIŞê daxuyaniyeke nû
    'Îdîaya têkçûna DAIŞê nerast e'
    Trump û Macron wek hev difikirin: Nabe ti tişt me ji rêgirtina DAIŞê li Sûriyeyê dûr nexe
    Qesra Spî: Şerê li dijî DAIŞê bi lezgîn dawî dibe
    Şoygu ji bo hevpeymanê got: We nikaribû bi DAIŞê û rewş hîn bêîstiqrar kir
    Etîketan:
    berdan, ASA, DAIŞ, Safa Saribek, Kayseri, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de