22:15 19 Nîsan 2018
    Sezgin Tanrikulu

    Sezgin Tanrikulu bi gûmana krîza dil rakirin nexweşxaneyê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Partiya Komara Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu bi gûmana krîza dil rakirin nexweşxaneyê.

    Hat ragihandin ku parlamenterê Partiya Komara Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu bi gûmana krîza dil û êşa sîngê li Stenbolê rakirin nexweşxaneyek taybet.

    Tanrikulu di 27ê gulana 1963an de li navçeya Licêya Amedê ji dayik bûye, demek dirêj parêzerî û parastina mafê mirovan kir. Di 1997an de xelata Mafê Mirovan a Robert Kennedy stend. Tanrikulu herwiha di salên 2010-2016an de wek cîgirê serokê giştî yê CHPê wezîfe kir. Di 2011an de wek parlamenterê CHP yê Stenbolê ket meclîsê. Tanrikulu zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

    Bi heman mijarî:

    Tanrikulu: Ev biryarnameyên faşîzmê ne
    Di derbarê Sezgin Tanrikulu ji ber gotinên wî lêpirsîn hat vekirin
    Tanrikulu: AKP bûye desthilatdarîya dozer û TOMAyê
    Etîketan:
    jiyan, Parlamenter, sezgin tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de