10:28 23 Nîsan 2018
    Bêrêtî

    'Cîgirên qeyûm di îhaleyê de bêrêtî kirin e'

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku cîgirên qeyûmê Şaredariya Silopiyê Abdullah Okten û Kemal Okten ji ber ku di îhaleyan de bêrêtî kirine ji wezîfeyê hatine stendin.

    Ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê ve di sala 2016an de li şûna şaredarê DBPyê qeymaqamê Silopiyê Savaş Konak wek qeyûm tayîn kiribû. Piştî Savaş Konak ji wezîfeyê hat stendin hat îdiakirin ku cîgirên wî Abdullah Okten û Kemal Okten jî ji kar hatine dûrxistin. Hat payin ku herdu cîgir bi raporta ku ji aliyê mufettişan ve hatibûn amadekirin ve ji kar hatine dûrxistin.

    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hat îdiakirin ku piştî tayinkirina qeyûm herdu Oktenan di çarçoveya nûkirina Kolana Hunerê de di projeye de 2 mîlyon lîre bêrêtî kirine. Herdu kesên gûmanbar beriya niha jî xwestine ji butçeya şaredariyê bê fatore sotemeniyê bikarbînin. Herwiha bêrêtiya Oktenan ji aliyê mufetişên ku hatibûn pêywirdarkirin ve hat tespîtkirin û ji kar hatine dûrxistin.

    Ji aliyê din ve jî heta niha şûna 12 qeyûmên ku hatine tayinkirin ji ber bêrêtî, îltîmas, bêrêtiya îhaleyan û rantê hatin guhertin.

    Bi heman mijarî:

    Di çarçoveya lêpirsîna Çiftlik Bankê de bo 3 şîrketan qeyûm hatin tayinkirin
    Ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê qeyûm hat tayinkirin
    Rêvebirê AKPeyî wek qeyûm tayînî 7 şirketan kirine
    'Dibe ku ji bo Amedsporê qeyûm bên tayinkirin'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de