06:24 21 Gulan 2018
    Marilyn Monroe

    'Qeyûmê Bismilê di mulaqeta kargirtinê de ji min pirsî bê Monroe û Kennedy kî ne'

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat îdiakirin ku li navçeya Bismil a Amedê di mulakata kargirtinê de ji karkeran hat pirsîn bê Marilyn Monroe û John Kennedy kî ne. Qaymeqam û qeyûmê Bismilê Turgay Gulenç got, me ji karkeran pirsî bê ‘Balafirxaneya John Kennedy li kû derê ye?' Karkeran bersiv da, 'li Stenbolê ye.'

    Li Bismila Amedê îna bihûrî ji bo kargirtina 160 karkerên, mulaqetek hat kirin. Komîsyona ku ji pênc kesan pêk dihat û serokatiya wê qeyûmê Bismilê Gulenç dikir ji namzedên kargirtinê pirsî bê Balafirxaneya John Kennedy li ku ye? Dema ku Kennedy jin xwe bi Monroe re xapand, jina wî çi bersiv da.

    ‘JI MIN PIRSÎN BÊ KENNEDY Û MONROE KÎ NE?

    Li gorî medya tirkî Gulcan Ozturka ku 11 meh berê li midûriyeta çandeyî dest bi kar kiribû, behsa mulkata xwe û jidûrxistina xwe ya ji kar kir.

    Serokê berê yê Amerîka John F. Kennedy û First Lady Jacqueline Kennedy
    © AP Photo /
    Serokê berê yê Amerîka John F. Kennedy û First Lady Jacqueline Kennedy

    Ozturk "Ji min pirsîn bê 'Balafirxaneya Kennedy li kû ye?' dema ez difikirim, qaymeqam beg le zê kir û got, ‘yareke wî ya zerik û porgijik ya mîna te hebû, dema ku Kennedy jina xwe bi wê re xapand, jina wî çi bertek nîşanî wî da?' Min got, ‘nizanim' û ji ber ku ez ji mulakatê derbas nebûm, min ji midûriyeta çandeyî derxistin û xistine karên paqijiyê. Min hemû karên xwe baş kirin. Ez li benda kadroyê bûm lê mixabin ez karê xwe bûm."

    Bi heman mijarî:

    Di çarçoveya lêpirsîna Çiftlik Bankê de bo 3 şîrketan qeyûm hatin tayinkirin
    Ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê qeyûm hat tayinkirin
    Rêvebirê AKPeyî wek qeyûm tayînî 7 şirketan kirine
    'Dibe ku ji bo Amedsporê qeyûm bên tayinkirin'
    Ji bo Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî operasyona Efrînê derketibû, qeyûm hat tayînkirin
    Qeyûm Mala Dengbêjan kire Komelaya Musikiyê, nivîsên kurdî yên li ser otobêzan jî rakirin
    Etîketan:
    mulaaqet, kargirtin, Qeyûm, Marliyn Monroe, John Kennedy, Gulcan Ozturk, Turgay Gulenç, Bismil, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de