07:43 27 Nîsan 2018
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    ANAR: Rêjeya dengên Tifaqa AKP-MHPê bi zehmetî 50 ji sedî derbas dike

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûrê Giştî yê şirketa anket û lêkolînan ANARê Ibrahim Suslu diyar kir ku rêjeya dengê tifaqa AKP û MHPê nêzî encamên 16ê Nîsanê ye.

    Li gorî nûçeya Erdem Gul ê rojnameya Cumhuriyetê serokê ANARê Ibrahim Uslu got, AKPya ku herî dawî di 1ê mijdarê tena serê xwe sedî 50 deng stend vê carê bi MHPê tifaqê dike lê bi zehmetî sedî 50 deng distîne.

    Uslu yê ku dem bi dem ji AKPê re jî anketan amade dike diyar kir ku di referandûmê de partiya meyleke çawa nîşan dabîn kêm zêde wisa berdewam dikin û wiha pê de çû, "Rêjeya dengên tifaqê niha li dora 55 ji sedî ye. Heye ku tifaqa AKP û MHP li dora 55-56 ji sedî deng bistîne."

    Ji aliyê din ve demek berê Serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna Lijneya Birêvebirina Navendî a partiya xwe de derbarê hilbijartinên 2019an de axivtibû û gotibû "Anket li pêş we ne, benda tifaqa cûmhûr ji %43.5an nişan dide. Vê hilbijartinê em ê qezenç bikin, bi tene divê em xetayan nekin."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir
    ‘Rêjeya dengê tifaqa cumhur ji %47 e, bandora operasyona Efrînê zêde ye'
    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
    'Tifaqa AKP-MHPê li ser dijminatiya kurdan tê meşandin'
    Pêşnûmaya tifaqa hilbijartinê li Parlementoya Tirkiyeyê hat erêkirin
    Etîketan:
    Rêyeja Dengan, Anket, Hilbijartin, Tifaqa Cumhur, MHP, AKP, Ibrahim Uslu, Recep Tayyip Erdogan, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de