17:34 25 Gulan 2018
Balafirxaneya Ataturkê / Stenbolê  / THY

Cam û derî şikandin û hewil da xwe bigihîne balafirê

© AFP 2018 / OZAN KOSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê rêwiyekî rûsî ji balafirê ma. Rêwiyê rûsî derî şikand û derkete apronê û hewil da xwe bigihîne balafirê.

Rêwiyê bi navê Elshad Guseinzade duhî bi balafira THY ya TK-416an ji Moskowê çû Stenbolê. Guseinzade dê ji Balafirxaneya Atatrukê ya li Stenbolêjî biçûna Bakuyê lê ji balafirê ma. Guseinzade ji bo ku xwe bigihîne balafirê cam şikand û hewil da xwe bigihînê balafirê.

Ji ber ku prosedûrên boardingê bi dawî bûbûn û deriyê balafirê hatibûne girtin rêwiyê navhatî li ber deriyê 502an bi kulm û tekmeyan hewil da derî û cam şikand, derkete apronê û ji bo ku xwe bigihîne balafirê baz da.

​Rêwiyê rûsî yê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate ferqkirin desteserkirin. Hat zanîn ku rêwî piştî îfade dayîne hatiye berdan.

 

 

 

Bi heman mijarî:

Balafirxaneya navdewletî ya Kurdistanê sibe vedibe
‘Di înşaeta balafirxaneya 3yemîn de 400 karkerî jiyana xwe ji dest da'
Balafirxaneya Londrayê ji ber dîtina bombeyekê hat girtin
Etîketan:
Balafirxaneya Ataturkê, Balarifxane, Elshad Guseinzade, Moskowa, Baku, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de