06:24 27 Gulan 2018
Parlamentoya Tirkiyê TBMM

'Kêmkirina dema axaftinê, têkbirina teamulên demokratîk ên parlementoyê ye'

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Bi pêşniyariya AKPê dema axaftina parlementeran hat kinkirin. Lijneya Giştî ya Parlementoyê bi serokatiya Ismail Kahraman pêşnûma qebûl kir. HDP û CHPê bertek nîşanê biryarê dan û danişîn terikandin.

AKPê di pêşnûmaya xwe de xwest ku di dema rêkeftinên navnetewî de dema axaftinê ji 20 xulekan dakeve 5 xulekan û axaftinên şexsî an jî li ser xalan jî dakeve 3 xulekan.

Di civîna dûh na pêr ya ku Cîgirê Serokê Parlementoyê Mithat Sancar birêve dibir pêşnûme nexist rojevê, duhî di danişîna ku Ismail Kahraman birêve dibir har erêkirin. Li ser vê biryarên parlementerên HDP û CHPê danişîn terkkirin.

HDP: KÊMKIRINA DEMA AXAFTINÊ, TÊKBIRINA TEAMULÊN DEMOKRATÎK ÊN PARLEMENTOYÊ YE

Cîgirê Serokê Parlementoyê Mithat Sancar ê HDPyî biryar rexne kir û got "Di mijarê ez cûda difikirim û lewma dema ku min serokatiyê parlementoyê dikir, min erka xwe bi kar anî û min ew nexist rojevê. Îro ev rewşa ku derketiye holê tabloyeke qeyyûmî ye. Ev yek li dijî kevneşopî û rihê parlemenê ye. Ev hewildaneke têkbirina teamulên demokratîk ên parlemenê ye."

KAHRAMAN: TIŞTÊ EZ DIKIM QANÛNÎ YE

Ji aliyê din ve Serokê Parlementoyê Ismail Kahrama got, "Ev tişta ku ez dikim qanûnî ye. Dûhî cenabê te xwe di ser Dadgeha Bilind re dît."

CHP: BO CÎGIRTIYA SEROKATIYA PARLEMENÊ JÎ QEYÛM WEZÎFEDAR KIRIN

Parlementerê Partiya Komariya Gel (CHP) Ozgur Ozel jî li ser vê biryarê ev nirxandin kir, "Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) heta îro bi tenê ji bo cîgirtiya serokatiyê parlemenê qeyûm wezîfedar nekiribû, ji bo wir jî qeyûmek wezîfedar kir, rehet bû."

Paşê parlementerên HDP û CHPê danişîn terkkirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Iraq: PKK vekişiyaye û ji ber vê yekê em nahêlin Tirkiye operasyonê bike
Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
'Tirkiye û Sûriyeyê dest bi civînên nepenî kirin'
Yûnanistanê Tirkiye wekî 'dijmin' bi nav kir
‘Rûsya û Tirkiye di aboriyê de dostanî û di siyasetê de jî di nava reqabetê de ne'
Etîketan:
Ragêşî, Parlemana Tirkiyeyê, ragêşî, qanûn, Ismail Kahraman, Ozgur Ozel, Mithat Sancar, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de