15:47 21 Gulan 2018
    Li Amedê teqîn - teqîn - Ambulans - ambûlans

    Li Zanîngeha Osmangazi êrîş: 4 kesan jiyana xwe winda kir

    © Foto : Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Zanîngeha Osmangazi ya bajarê Eskişehira Tirkiyeyê êrîş pêk hat, di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Di Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Osmangaziyê de êrîşkar wezîfedarê perwerdekariyê, cîgirê dekan, sekretere fakulteyê û wezîfedarê perwerdekariyê kuşt. Li gor agahiyên berdest êrîşkar hatiye desteserkirin û ji bo lêpirsînê birine miduriyeta ewlehiyê. Derbarê pêkanîna bûyera de ti agahî nehat dayin, gellek ekîbên polîsan û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

    Tê payin ku êrîş ne bûyerek terorî ye, dibe ku ji ber pirsgirêkek şexsî be. Bûyer li cihê sekreterê fakulteyê ku xwendekar lê tunebûn pêk hatiye. Li gor agahiyên Yeni Şafakê rektorê zanîngehê Hasan Gonen derbarê bûyerê de gotiye: "Wezîfedarê perwerdehiyê yê bi navê Volkan dikeve odeya dekan, dekan ne li cihê xwe bû, kesê bi navê Fatih kuştiye, piştre cîgirê dekan û li qatê jor 2 wezîfedarên din dikuje û ji avahiyê dertê."

    Herwiha Gonen da zanîn ku erîşkar bi çeka di dest de ji avahiyê dertê, lê ji aliyê wezîfedarên ewlehiyê yên zanîngehê ve tê şopandin û polîsan ew derdest kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk êrîşê noqteya YPGê kir: 2 leşkerên tirk hatin kuştin
    Li navenda Youtubeyê êrîşa çekdarî: 4 kes birîndar bûn, êrîşkar hat kuştin
    Etîketan:
    Kûjer, Bûyer, Kuştin, Hasan Gonen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de