22:19 19 Nîsan 2018
    Şer - Pevçûn - Cerdevan - Operasyon - Êrîş - Êrîşa Çekdarî

    Cerdevanekî bi çekê birayê xwe kuşt

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Elbak a Wanê cerdevanê bi navê Behram Keser bi çifte birayê xwe Akif Keser kuşt.

    Li gor zanyariyên berdest, li taxa Esenyamaç a navçeya Elbaka Wanê di navbera Behram û birayê wî Akif de li ser araziyan gengeşî derket.

    Aloziya navbera herdu birayan di demeke kin de mezin bû û Behram Keser bi çiftê guleyek berda birayê xwe. Akif Keser piştî êrişê çekdarî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeye wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Wanê.

    Li gor îdîayan cerdevan Behram Keser piştî bûyerê reviya û cendirmeyan jî ji bo desteserkirinê dest bi lêkolînek berfireh kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Cerdevan tev li operasyona li ser Efrînê dibin
    'Cerdevan jî diçin operasyona Efrînê'
    Dê cerdevan jî êdî bibin leşkerên efser
    Li Colemêrgê şer: 2 jê cerdevan 8 leşker hatin kuştin
    Di navbera PKKê û leşkeran de şer derket: 5 cerdevan birîndar bûn
    Di navbera cerdevan û mamosteyekê de şer: 2 mirî
    Etîketan:
    Li Wanê cerdevanekî birayê xwe kuşt, Akif Keser, Behram Keser, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de