06:25 21 Gulan 2018
    YPG Haseke

    Tirkiye: Rûsya dibêje ku YPG li Til Rifetê nemaye

    © REUTERS / Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin lûtkeya sêalî ya Rûsya-Tirkiye-Îranê ya bi mijara Sûriyeyê nirxand û ragihand ku ‘Em ji bo hemû hevkariya bi Rûsya û Îranê re amade ne.' Kalin li ser mijara Til Rifetê jî axivî û diyar kir ku Rûsya ji wan re gotiye niha hebûna YPGê li herêmê nîn e. Lê operasyona wan yê li herêmê dê dewam bike.

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin li Qesra Serokomariyê civîna çapameniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamegeran da.

    ‘OPERASYONÊN ME HETA HERÊM WERE PAQIJKIRIN DÊ DEWAM BIKE'

    Kalin diyar kir ku operasyonên wan ê leşkerî Til Rifet jî di nav de heta terorîst neyên paqijkirin dê dewam bike û got: "Divê ji bo gihandina alîkariya mirovî ya lezgîn fişarê li ser rejimê werê kirin. Lewre ji bo gihandina alîkariya mirovî astengiya mezin herî mezin rêjima Sûriyeyê derdixe. Serokomarê me vê mijarê bi hevkarê xwe re doh axivî."

    ‘RÛS JI ME RE DIBÊJIN HEMA HEMA YPG LI HERÊMÊ NEMAYE'

    Kalin li ser mijara Til Rifetê axivî û destnîşan kir ku, "Di mijara Til Rifetê de rûs ji me re dibêjin hema hema YPG li herêmê nemaye. Lê em ê vê yekê bi çavkaniyên xwe bidin teyîdkirin û wiha pê de çû: "Rûhanî (Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî) di danaşîna yekam da got ku divê Efrînê ji birêveberiya Sûriyeyê re bihêlin û mijarê anî rojevê. Lê pozîsyona me derbarê Efrînê de zelal e. Hedefa me ya ewil ewlehiya Efrînê ye."

    ‘DIVÊ AMERÎKA BIRYARA XWE BIDE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞê YA LI SÛRIYEYÊ QEDIYA AN NE?'

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Kalin diyar kir ku divê Amerîka biryara xwe bide, têkoşîna li dijî DAIŞê ya li Sûriyeyê qediyaye an ne? Yanî dibêjin bidawî bû, an hindik maye bidawî bibe, piştre jî dibêjin na neqediya ye. Di vir de tevlîheviyeke heye. Lê fikra me zelal e.

    Bi heman mijarî:

    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Îran: Hevkariya bi Tirkiye, Rûsya û Sûriyê re dibe ku bibe mînak
    Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
    Iraq: Bila Tirkiye ji Başîqayê vekişe
    Tirkiye: Dema teslîmata S-400an bo Tîrmeha 2019an paşve hat kişandin
    Etîketan:
    YPG, Îbrahim Kalin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de