08:01 20 Nîsan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    Li Şirnexê piştî qedexeyê operasyoneke berfireh a leşkerî dest pê kir

    © AP Photo / AP Photo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Walîtiya Şirnexê ji bo operasyona leşkerî li hemberî endamên PKKê, 58 herêmên çiyayên Cûdî û Gabarê weke "Herêma Ewlekeriya Taybet" ragihand. Hate ragihandin ku piştî qedexeyê bi berşdarbûna gelek leşker û cerdewanan operasyonek berfireh destpêkir.

    Operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê li hemberî endamên PKKê berdewam in. Walîtiya Şirnaxê bi hinceta operasyona leşkerî, 58 herêmên Çiyayên Gabar û Cûdî heta 19ê Nîsanê wek Herêmên Ewlehî ya Taybet ragihand û têketina, derketina wan herêman ji bo sivîlan hat qedexekirin.

    OPERASYONEK BERFİREH DESTPÊKIR

    Li gorî agahiyên hat bi destxistin piştî qedexeyê qereqolên derdorê di saetên şevê de top avetên herêmê û operasyona leşkerî ya mezin dest pê kir. Hat zanîn ku bi sedan leşker û cerdevan beşdarî operayonê bûne. Di qada ku operasyon lê hat destpêkirin de bi dehan maşiyên zirxî di ketin û derketina qadê hat bi cih kirin. Ji şevê din ve li herêmê tevgera helîkopteran berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Qeymeqamê Şingalê: PKK ji herêma Şingalê vekişiya
    Li Amediyê di navbera PKK û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    PKK: Ti operasyonan dest pê nekiriye lê eger dest pê bike, em ê bi tundî bersivê bidin
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
    Etîketan:
    PKK, qedexe, operasyon, Walîtiya Şirnexê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de