07:50 24 Nîsan 2018
    Osman Baydemir

    Cezayê Baydemirî hat erêkirin, dibe ku mafê parlemanteriyê jê were standin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê HDPê Osman Baydemir bi hinceta ku polîs biçûkxistine ji aliyê dadgeha herêmî ve bi salek û 5 mehan hatibû cezakirin û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate erêkirin. Ji ber vê biryarê Dibe ku mafê parlemanteriyê ji Baydemîrî were stendin.

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir bi tohmeta ku polîs bêrûmetî kirine û biçûk xistine, ji aliyê dadgeha herêmî ve bi salek û 5 mehan hatibû cezakirin, ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate pesendkirin.

    Tê diyar kirin ger Parlemantoya Tirkiyeyê rewşa Osman Baydemir gotûbêj bike, dikare mafê parlementeriya Osman Baydemir jê were stendin

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê bi heman hincetê mafê parlementeriyê ji parlemanterekî din ê HDPê Ahmet Yildirim hatibû stendin. Heta niha ji 8 parlementerên HDPê mafê parlemanteriyê hatiye standin, herwiha 9 parlemanterên wê partiyê jî girtîgî ne.

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Kurd biçin li Marsê bibin xwedî dewlet, Enqere dîsa wê li dijî derkeve
    Cezayê zindankirina Osman Baydemir hat erêkirin
    Baydemir: Hûn ji xeynî veqetandinê ti riyê li ber kurdan nahêlin
    Ji ber daxuyaniyên Efrînê derbarê Osman Baydemir de lêpirsîn hat destpêkirin
    Ji Osman Baydemir re 12 hezar lira cezayê ‘Kurdistanê' birîn
    'Cezakirina Baydemir siyaseta dewletê ya înkar û asîmîlasyonê nîşan dide'
    Etîketan:
    Parlementerê Rihayê, Parlementerî, maf, Sizadan, Ceza, HDP, Osman Baydemir, Tirkiye, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de