02:41 28 Gulan 2018
Abdullatif Şener

'Dengdêrên CHPê li pişt Gul nasekinin, namzetiya Gul wê bi kêrî Erdogan were'

© AP Photo / Burhan Özbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Avakarê AKPê û Cîgirê Serokwezîr yê berê Abdullatif Şener da zanîn ku muhalefet heke bixwaze li hember Erdogan biserkeve divê di hilbijartina 2019an de namzetekî rast nîşan bide, herwiha namzetiya Abdullah Gul wê bi kêrî Erdogan were.

Avakarê AKPê û Cîgirê Serokwezîr yê berê Abdullatif Şener derbarê rejîma Tirkiyeyê û hilbijartinên 2019an de ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî. Şener destnîşan kir ku piştî referanduma 16 Nîsanê li Tirkiyeyê rejim hat guhertin û êdî rejîmek demokratîk li Tirkiyeyê tuneye. Cîgirê Serokwezîr yê berê destnîşan kir Tirkiye hêdî hêdî ber bi ‘rejîma BAAS'ê ve diçe.

Abdullatif Şener derbarê hilbijartinên 2019an de jî ramanên xwe anî ziman ku divê muhalefet ewil ewlehiya hilbijartinê pêk bîne. Ji aliyê din ve dijberên Erdogan wexta ku bixwazin di hibijartinan de biserkevin divê ewil di hilbijartinên şaredariyan de bajarên mezin bidestbixin, ya din jî ew e ku li hemberî Erdogan namzetekî rast nîşan bidin.

Şener li ser pirsa, ‘namzetiya Abdullah Gul wê encamek çawa derbixe holê' jî wiha got: "Bi ya min Abdullah Gul bibe namzet îhtîmala mayina wî ya tûra duyem tuneye, çimkî dengdêrên CHPê dengên xwe nadin û eşkere jî bilêv dikin. Gul di dema serokomariyê de Erdogan çi jêre şandibê hemû pejirand, astengkirina twitterê jî dinav de gellek tişt di bin îmzaya wî re derbas bûn. Ji ber ve jî dengdêrên CHPê bi erênî li Gul nanenerin. Namzetiya Gul wê bi kêrî Erdogan were."

Bi heman mijarî:

Abdullatif Şener: Ez di partiya Abdullah Gul de cih nagrim
Avakarê AKPê Abdullatif Şener: "Ez ê ji bo dengê ‘na' bixebitim"
Abdullatif Şener: Dîplomaya Erdoganî ya du salan e
Etîketan:
Erdogan, Abdullah Gul, Serokomar, Hilbijartin, Abdullatif Şener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de