07:48 20 Nîsan 2018
    Mehmet Şimşek

    ‘Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek îstîfa kir, lê Yildirim nehişt'

    © REUTERS / Ruben Sprich
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serowezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek piştî rexneyên Erdogan biryara îstîfayê wergirt, lê Serokwezîr Binali Yildirim nehişt.

    Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya 30ê Adarê de behsa pirsgirêkên ekonomîk kiribû gotibû ‘yên kuş aşiyan bike nayê efûkirin, jixwe dijberên me li dahol û zirneyê dixin ma çi dibe ji me.' Li gor nûçeya Nuray Babacana rojnameya Hurriyetê ku dispêre agahiyên kulîsê piştî axaftina Erdogan Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek biryara îstîfayê wergirt.

    Tê îdîakirin ku Serokomar Erdogan bi axaftina xwe Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek ku berpirsê ekonomiyê ye hedef girtiye, lewma Şimşek biryara îstîfayê daye, lê Serokwezîr Yildirim ketiye navberê û ew ji biryara wî vegerandiye.

    Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan jî ji meseleyê haydar e û sê roj in ji ber rexneyan Mehmet Şimşek tevlî bernameyan ji raya giştî re vekirî nebûye.

    Bi heman mijarî:

    Şimşek: Pirsgirêkeke herî mezin ya Tirkiyeyê enflasyon e
    Şimşek: Di meha gulanê de wê muzakereyên nihaî bi Rûsyayê re werin kirin
    Şimşek: Me li Moskowê bo rakirina qedexeyan hevdîtinên erenî pêk anî
    Çavuşoglu: Bi serokatiya Şimşek heyetek diçe Moskowê
    Cîgirê Serokwezîr Şimşek, daxuyaniya derbarê Esad derewand
    Etîketan:
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Mehmet Şimşek, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de