22:08 19 Nîsan 2018
    Elektrîk

    Hejmara gundên ku elektrîka wan hat birîn ji 300î bihurî

    © REUTERS / Mike Hutchings
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku ev 12 roj in li zêdetirî 320 gundên navçeya Dêrik, Qoser, Midyad û Nisêbîna Mêrdînê elketrîk hatiye hatiye birîn. Tunebûna elketrîka zirareke mezin li cotkaran dike.

    Li gor zanyariyên berdest, ev 12 roj in li zêdetirî 320 gundên navçeya Dêrik, Qoser, Midyad û Nisêbîna Mêrdînê elketrîk hatiye hatiye birîn. Tunebûna elketrîkê zirareke mezin li cotkaran dike û bi hezaran cotkar nikarin ji bîran avê bikşînin zeviyê wan hişk dibe.

    Bi hinceta bikaranîna elektrîka qaçax ev 12 roj in elektrîka bi sedan gundên navçeyên Mêrdînê hatiye birîn. Wek tê zanîn, Mêrdîn li Tirkiyeyê wek embara zexîreyê ya genim, nîsk, nok, garis, ceh û pemboyê tê zanîn, ji ber qutkirina ceyranê û nebûna avê bi hişkahiyê re rû bi rû ye.

    Li Deşta Mêrdînê salawext 751 hezar ton tenê genim tê hilberandin. Deşta Mêrdînê di hêla çandina garis de jî li herêmê û tevahiya Tirkiyeyê yekemîn e. Lê ji ber kêmbûna avê û pirsgirêka ceyranê, cotkar nikarin hilberîneke li gorî dilê xwe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê notirvanê taxê ligel çend kesan keçeke 19 salî revand
    DEDAŞê elektrîka 40 gundên Mêrdînê qut kir
    Li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Heta dawiya OHALê li Mêrdînê hemû xwepêşandan hatin qedexekirin
    Hejmara birîndarên şerê Artukluya Mêrdînê derkete 15 kesan
    Etîketan:
    Elektrîka 320 gundê Mêrdînê hat birîn, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de