04:20 20 Nîsan 2018
    Polîsên Amedê dest danî ser pasteya kesk û sor û zer a HDPiyan

    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 02

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê ji Amedê ragihand ku polîsên Amedê dest daniye ser pasteya ku diçû ji HDPê re û tevî pasteyê xebatkarê pastexaneyê jî desteser kirine.

    Hat zanîn wesayîta ku xebatkarê pastexaneyeke Amedê yê bi wesayîta xwe paste dibir ji avahiya HDPê ya Amedê re, ji aliyê polîsan ve li ber avahiya HDPê hatiye rawestandin û polîsan dest daniye ser pasteya bi rengên kesk û sor û zer hatibû xemilandin.

    Herwiha polîsan xebatkarê pastexaneyê binçav kir û wesayîta wî jî desteser kir.

    Hêjayî bibîrxistinê ye, 4ê Nîsanê roja rojbûna rêberê PKKê Abdullah Ocalan e ku niha li girtîgeha Îmraliyê tê girtin û tê texmînkirin polîsan bi hinceta ku rojbûna Ocalan pîroz dikin dest daniye ser pasteya ku diçû ji HDPê re.

    Bi heman mijarî:

    Dozgerê amerîkî ji rayedarê bankeya Tirkiyê re 15 sal ceza xwest
    Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
    'Dibe ku Iraq li Sûriyeyê dest bi operasyonê bike'
    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
    Qesra Spî: Şerê li dijî DAIŞê bi lezgîn dawî dibe
    Îran: Hevkariya bi Tirkiye, Rûsya û Sûriyê re dibe ku bibe mînak
    Etîketan:
    Paste, kesk û sor û zer, Amed, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de