17:36 22 Nîsan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê û ASA

    Rûsya bi çi şertî dê piştgiriya operasyona Minbicê bike?

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 01

    Mamostayê Zanîngeha Dewlet a Moskowaya Rûsyayê Dr. Kerim Has serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Enqereyê û têkiliya navbera herdu welatan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Mamostayê Zanîngeha Dewlet a Moskowaya Rûsyayê Dr. Kerim Has ji bo serdana Pûtîn a Enqereyê got: " Di serdana Pûtîn a Enqereyê de du mijarên girîng ê sereke derdikevin peş. Yek jê plan û pirsgirêkên herêmî û meseleya Sûriyeyê ye û ya din jî meseleya enerjî ya projeya santrala nûkleerî ya Akkuyuyê û Herka Tirkî ye. Di serdana Pûtîn de zêdetir ev herdu mijar wê derkevin pêş. Jixwe duhî civîna 7emîn a Konseya Hevkariya Bilind a Tirk-Rûs (UDIK) hat lidarxistin."

    ‘ENERJÎ Û SÛRIYE MIJARÊN SEREKE NE'

    Dr. Kerim Has di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev mekanîzmaya UDIKê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê di sala 2010an de hat avakirin. Di nava vê mekanîzmayê de jî sê komîsyonên ku ji Wezîrên Enerjiyê û Ekonomiyê yên wan welatan pêk tê beşên din jî hene. Ev komîsyon berî hevdîtina serokan civînan li dar dixin û encamên civînan wek raport pêşkêşî mekanizmaya UDIKê dikin. Di salên dawî de zêdetir piştî meseleya Sûriyeyê digel ku tevlî mekanîzmayê nebûye jî di navbera Sererkanên Giştî yên herdu welatan de wek lingê çaremîn hevdîtin pêk tên. Herwiha di civîna duhî ya navbera herdu serokan de jixwe zêdetir meseleya Sûriye û mijara enerjî ya Akkuyu û Herka Tirkî derketin pêş. Meseleya mûeyîdeyên bazirganî jî dewam dike, lê mijarên talî ne û wê di mirûra demê de werin çareserkirin."

    ‘ENQERE FÊHM KIR AKTÎFBÛNA LI SÛRIYEYÊ BI HEVKARIYA RÛSYAYÊ DIBE'

    Kerim Has ji bo îdîaya zîrweya sêalî ya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan ku dê îro li Enqereyê were lidarxistin ji Amerîkayê re peyameke got: "Belê zîrweya sêalî pir girîng e, lê rasterast ez wek zîrweyeke dijber û peyameke bo Amerîkayê nabînim. Ji bo ji xeyrî Tirkiyeyê Rûsya jî dixwaze têkiliyên xwe bi Amerîkayê re bidomîne. Îran jî di meseleya peymana nûkleerî de dixwaze têkiliyên xwe dewam bike. Lewma şîroveya ku ev zîrwe peyameke bo Amerîkayê şaş e. Ev zîrweya duyemîn e ku tê lidarxistin. Halê hazir Tirkiye di mijara Sûriyeyê de li gor hevalbendên xwe yên rojavayî hem li sehayê û hem jî di warê dîplomasiyê de nêzîkî Rûsyayê bûye. Di meseleya Sûriyeyê de dubendiyeke mezin ketiye navbera Tirkiye û welatên rojavayî û Enqere dizane aktîfbûna qada Sûriyeyê bi hevkariya Rûsyayê dibe. ev mekanîzmaya zîrweyê jî di encama wê nêzîkatiyê de derket holê, ya pêşî li Soçiyê hat lidarxistin û ya duyemîn îro li Enqereyê pêk tê."

    ‘EGER EV ŞERT BI CIH WERIN DIBE MOSKOW OPERASYONA TIRKIYE YA MINBICÊ TEŞWÎQ BIKE'

    Has di dirêjiya axaftina xwe de helwesta Rûsya ya li hemberî îhtîmala operasyona Tirkiyeyê li dijî Minbicê nirxand û got: "Li Sûriyeyê pêvajo bi danûstandinan dimeşe. Eger di navbera Enqere û Washîngtonê de pirsgirêkeke binyadî derkeve û ev bibe sedema krîzeke navbera herdu welatan, dibe Moskowa operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Minbicê an li rojhilatê Firatê teşwîq bike. Lê ku hewla Tirkiyeyê bi operasyonê dagirkeriya Minbic an jî rojhilatê Firatê be ne Rûsya û ne jî aktorên din we erênî nenirxînin. Wek min got eger di navbera Enqere û Washîngtonê de krîzeke binyadî an jî krîzeke ewlehî derkeve dibe Moskowa piştgiriya operasyona Minbicê bike. Daxwaza Tirkiyeyê ji bo demeke dirêj dagirkirî û kontrolkirina axa Sûriyeyê be ne Rûsya û jî aktorên din dê qebûl nekin."

    Bi heman mijarî:

    Ajansa Frensî: Hevpeymanî li Minbicê ketiye amadebaşiyê
    'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'
    Doç. Dr. Durre: Tirkiye bê destûr nikare dest bi operasyona Minbicê bike
    AFPê ji baregeha Amerîka ya Minbicê wêneyên nû belav kirin
    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Kerim Has, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de