14:32 20 Gulan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Îlhan Çomak cezayê muebbetê xwar

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskar Îlhan Çomak di sala 1994an de dema xwendevantiyê te bi hinceta endamtiya rêxistinê hatibû binçevkirin, Çomak ku ev 24 sal e girtiye, îro di derheqê wî de biryara girtinê hat dayîn.

    Çomak 24 sal beriya îro di dema xwendevaniya xwe de bi hinceta endamtiya rêxistinê hatibû binçevkirin. Di sala 2000an dozgerê li ser Çomak biryara idamê dabû. Ji ber ku cezayê idamê li Tirkiyê rabû idama wî hat betalkirin û cezayê wî veguherandin hepiskirinê. Parêzerê Çomak pêvajoya darizandina Çomak biribû Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û dadgeha Ewropayê cezayê tazmînatê dabû Tirkiyeyê.

    Li ser vê biryarê dozgera 16emîn ya gran, cardin dest bi darizandina Çomak kir. Di doza ku îro hat dîtin de dozgerê biryara muebbetê da Îlhan Çomak.

    'ILHAN ÇOMAK KÎ YE'

    Îlhan Sami Çomak di sala 1973an de li Çewlikê ji dayik bûye. Di sala 1992an de dema li Zanîngeha Stenbolê xwendekarê beşa mamostetiyê bû hat destesrkirin û ji hingî ve di hundir de ye. Samî Çomak ê ku bi tirkî û kurdî dinivîsîne heta niha 6 kitêbên helbestan nivîsandine.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Amedsporê li Dadgeha Cezayê a Amedê hat darizandin
    Paris ji bo ‘Tribunala' ku Erdogan dê lê were darizandin amadehiyê dike
    Wezîrê frensî: Cîhadîstên frensî dê li Rojava werin darizandin
    ‘Yekem car e li Brîtanyayê şervanekî YPGê bi tawana terorê dê were darizandin'
    Etîketan:
    darizandin, ilhan çomak, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de