19:21 20 Nîsan 2018
    zêr - pere

    Li ser 2 DAIŞiyên ku li Stenbolê hatin desteserkirin gencîneyekê mezin derket

    © Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Tirkiyeyê Stenbolê 2 endamên DAIŞê hatin desteserkirin. Di lêgerîna karxaneyên 2 endamên DAIŞê de gelek zêr û zîv, dolar û pereyên tirkî hatin desteser kirin.

    Tîmên ewlehiya bajarê Stenbolê îro roja sêşemê li navçeyên Fatih, Avcilar, Umraniye, Kadikoy û Çatalcayê li ser 7 navnîşanan operasyone hemdem hat lidarxistin. Di encamdana operasyonê de gencîneyek hat bidestxistin.

    Tiştên ku hatin desteser kirin wihane: Çekeke pompeyî, gelek şarjorên çekên cuda, bêtêlên polîsan, kamerayên veşartî û herwiha milyonek û 794 hezar pereyên tirkî, 118 hezar euro, milyonek 300 hezar dolar, milyonek 921 hezar pereyên sûrî, 4500 dînarê qetarê, 22 hezar poundê Misirê, 3500 hezar dînarê kiwêtê, 109 hezar 500 riyalê siûdî, 47 hezar parê îmaratê, 5 hezar parê urdinê, 610 hezar sterlinê brîtanyayê, 100 dolarê kanadî, 8,5 zêr, 18 kîlo zîvê xam û 7 kîlo zîvê çêkirî hatin bidest xistin.

    Herdu gumanbar piştî prosedurên edlî bo dadgehê hatin sewqkirin û li wir hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e
    Ebadi: DAIŞ di aliyê leşkerî de xelas bû lê hin hucreyên wan hê mane
    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina bajarê Samarrayê dike'
    'DAIŞ dîsa xwe organîze dike'
    ‘DAIŞ dîsa dest bi kiryarên terorîstî dike'
    Etîketan:
    Girtin, Operasyon, DAIŞ, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de