10:07 25 Gulan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr

    Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyand ku li Sûriyeyê DAIŞ hat têkbirin. Pûtîn da zanîn ku DAIŞ hê jî xwedî potansiyelek hêzek rêxistînî ye, pir zû taktîkan diguherîne û li gellek deverên cîhanê dikare êrîşan pêk bîne, rêxistinên terorê yên din jî bê gûman xeterene.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî a Moskowayê de axivî: "Îsal di rojeva me de ji bo civaka navneteweyî mijarek girîng heye. Piştî têkbirina DAIŞê xebatên bo perspetktîfa pêşdebirina Rojhilata Navîn e."

    Pûtinê ku ji bo hevdîtinên sêalî duh hat Tirkiyeyê di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî a Moskowayê de peyamên girîng dan. Peyama Pûtîn Sekreterê Konseya Ewlehiya Rûsyayê Nikolay Patruşev xwend. Bi vî awayî Pûtîn got: "Îsal di rojeva me de ji bo civaka navneteweyî mijarek girîng heye. Piştî têkbirina DAIŞê xebatên bo perspetktîfa pêşdebirina Rojhilata Navîn e."

    Pûtîn di peyama xwe de destnîşan kir ku DAIŞ hê jî xwedî potansiyelek hêzek rêxistînî ye. Pir zû taktîkan diguherîne û li gellek deverên cîhanê êrîşan dikare pêk bîne, rêxistinên terorê yên din jî bê gûman xeterene.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Mafê Kurdan e li Sûriyê di hemû proseyên çareseriya siyasî de cî bigirin
    Civîna hevpar a Pûtîn û Erdogan: Pêwendiyên Rûs-Tirk ezmunên mezin derbas kirin
    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'
    Etîketan:
    Rêxistin, Pevçûn, Şer, DAIŞ, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de