04:09 20 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    ‘Yildirim şaredariyê naxwaze, çavê Soylu, Bozdag û Albayrak li serokwezîriyê ye'

    © REUTERS / Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvi duh di nivîsa xwe de îdia kir ku namzetê şaredariya Stenbolê yê AKPe dibe ku Serokwezîr Binali Yildirim e. Herwiha Rojnameya Cumhruiyetê jî eşkere kir ku Yildirim namzetiya şaredariyê naxwaze û lê heke qebûl bike navê Soylu, Bozdag û Albayrak jî ji bo serokwezîriyê derbas dibe.

    Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran
    © REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
    Rojnameya Cumhuriyetê ku agahiyên xwe spart kûlîsan destnîşan kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim her çiqas navê wî ji bo namzetiya şaredariya Stenbolê derbas dibe jî ne bi dile wî ye. Rojnameyê gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bibîrxist ku gotibû, "Heke em di hilbijartinan de Stenbolê û Enqereyê ji dest berdin em ê Tirkiyeyê winda bikin." Ji ber vê jî navê Serokwezîr Binali Yildirim di rojeva AKPê de cihê xwe girtiye.

    Ji bo Şaredariya Mezin ya Stenbolê namzetiya Yildirim cara ewil piştî referandûmê ku Erdogan wek Serokê giştî vegeriya ser partiya xwe hat rojeve. Di refenrandûmê de li herdu bajaran dengên Na yê ji yên Erê bêtir derketibû û ji aliyê rayedarên partiyê ve navê Binali Yildirim hatibû rojevê.

    Lê hat îdiakirin ku Binali Yildirim bi erênî li namzetiya şaredariya nanere, li gor xizmên nêzî wî di namzetiya Îzmîrê de jî bê dilê xwe namzetî qebûl kiriye. Ji aliyê din ve jî tê gotin Yildirim ji ber ku wê Serokwezîritî di pergala birêvbirina nû a Tirkiyeyê de cih negre dixwaze bibe serokwezîrê dawî Tirkiyeyê. Heke Binali Yildirim bibe namzetê şaredariya Stenbolê divê ji bo propagandaya hilbijartinê ji serokwezîrtiyê îstîfa bike. Di vê rewşê de jî ji bo şûna Yildirim navê Suleyman Soylu, Bekir Bozdag û Berat Albayrak derbas dibe, lê biryara herî dawî wê Erdogan bide.

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê nêzîkî AKPê namzedên Stenbol û Enqereyê eşkere kirin
    Binali Yildirim: Em îro qada xwe ya hewayî ji bo Hewlêrê vedikin
    Yildirim: Pirsgirêkên me yên bi Amerîkayê re ne tiştekî veşartiye
    Qedrî Yildirim: Dê û bavê YPGyiyan jî kurd in
    Yildirim: Wek herêmên Mertala Firatê, emê Efrînê jî radestê xwediyê wan yên esasî bikin
    Etîketan:
    Şardar, Şaredarî, Hilbijartin, namzet, AKP, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de