07:40 24 Nîsan 2018
    CHP mitingi

    Namzedên şaredariyên Enqere û Stenbolê yê CHPê hêdî hêdî diyar dibin

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo hilbijartinên herêmî demeke ji salekê kêmtir ma. Tê gotin ku dibe ku CHP ji bo Enqereyê Mansur Yavaşcardin wek namzed nîşan bide. Herwiha ji bo Stenbolê jî namzedên namzediyê hêdî hêdî eşkere dibin.

    Li gorî medya tirkî ji bo hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê yên ku tê payîn ku di adara 2019an de were kirin ji aniha de hinek nav derdikevine pêş.

    LI ENQEREYÊ NAVÊ MANSUR YAVAŞ, LI STENBOLÊ NAVÊ GURSEL TEKIN DERDIKVE PÊŞ

    Partiya Komariya Gel (CHP) ji bo bajarên ku bi ferqekê biçûk têk çûbû bi awayekî xurt kulîsan dike. Tê diyarkirin ku CHP dibe ku li Enqereyê weke hilbijartina beriya niha Mansur Yavaş weke namzed nîşan bide. Ji aliyê din ve Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bilêv kiribû ku ew bi Manzur Yavaş re di peywendiyê de ye. Ji bo namzediya Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê ji bilî Mansur Yavaş Fethi Yaşar, Levent Gok û Cengiz Yildirim jî derbas dibin.

    JI BO NAMEZIYA ŞAREDARÊ BAJARÊ MEZIN Ê STENBOLÊ NAVÊ HAMZAÇEBÎ, TANAL Û ALTAY JÎ TÊ BILÊVKIRIN

    Wekî partiyên din namzedê CHPê yê Stenbolê jî cihê meraqê ye. Ji bo Stenbolê navê navê Serkê CHPê yê şaxa Stenbolê Gursel Tekin derbas dibe. Hêjayî gotinê ye ku ji namzediya CHPê demek berê sekreterê giştî û parlementerê CHPê yê Stenbolê Akif Hamzaçebî namzediya namzedîtiya xwe ragihandibû. Ji bilî Hamzaçebi navê Mahmut Tanal û Ergin Altay jî têne bilêvkirin.

    Bi heman mijarî:

    CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
    CHP ji bo tifaqê bi IYI Parti re hevdîtinek pêk anî
    CHP: Em ê tifaqeke bihêz ava bikin
    CHP: Bila çek rawestin û dayik negirîn
    CHP: Helwesta Amerîkayê ya li hemberî YPGê dikare bibe sedema perçebûna Sûriyeyê
    CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
    CHP: Em piştgiriyeke tam didin operasyona Efrînê
    Etîketan:
    Partiya Komariya Gel, Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê, Namzedî, Şaredariya Bajarê Mezin, CHP, Ergin Altay, Manur Yavaş, Akif Hamzaçebi, Gursel Tekin, Mahmut Tanal, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de