09:52 20 Nîsan 2018
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Balafirxaneya Mehrabadê berî serdana Tirkiyeyê di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Balafirxaneya Mehrabadê berî serdana Tirkiyeyê ku bi tevlî civîna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bibe di axaftina xwe de helwesta Amerîka û Îsraîlê ya Sûriyeyê rexne kir û got: "Amerîka naxwaze hikûmeta Sûriyeyê li seranserê welat bibe desthilat heta difikirin ku Sûriye perçe bibe."

    TENÊ DIYALOGÊ ŞER BI DAWÎ DIKE'

    Hesen Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên îsraîlî mudaxeleya Sûriyeyê dike 3u ev pirsgirêkan zêdetir dike. Rêzê ji desthilatiya Sûriyeyê re nagrei axa wê bombebaran dike û piştgiriyê dide terorîstan. Ev pirsgirêkên li Sûriyeyê girantir dike."

    Rûhanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ev 7 sal in dewam dike û di vî şerî de dora 500 hezar însan jiyana xwe ji dest da û ji nêvî zêdetir hemwelatiyan cih û warê xwe terikand. Lê em dizanin pirsgirêka Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe, tenê siyalog dawiyê li şer tîne."

    Bi heman mijarî:

    Hesen Rûhanî gihîşt Enqereyê
    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'
    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Hesen Rûhanî ji bo Putin nameyek şand
    Erdogan û Rûhanî re li ser Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de