00:51 21 Nîsan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    Serokwezîrê Kosovayê Erdogan hişyar kir: Destdirêjiyê neke

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serowezîrê Kosovayê Ramuş Haradinaj bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û ew hişyar kir.

    Hefteya borî îstîxbarat û hêzên ewlehî yên Tirkiyeyê li Kosovayê bi îdîaya endamtiya FETO/PDYê 6 hemwelatiyên tirk li bi operasyoneke taybet binçavkiribûn û paşî biribûn Tirkiyeyê.

    Piştî operasyonê Serokwezîrê Kosovayê Ramuş Haradinaj Wezîrê Navxweyî û şefekî îstîxbaratê ji wezîfê dûr xistibû û Serokomar Erdogan rexne kiribû. Erdogan jî bersiv dabû Serokwezîrê Kosovayê û gotibû: "Haradinaj rabû Wezîrê Navxweyî û berpirsê îstîxbaratê ji wezîfê dûr xist. Ey Haradinaj te ev dîrektîf ji kê wergirt? Ji kengî ve kesên ku dixwazin derbeya leşkerî li Tirkiyeyê bikin diparêze. Ez dizanin birayê min ê kosovayî dê hisabê vê ji te bipirsin."

    Li gor nûçeya AFPê, piştî bersivdayîna Erdogan Ramuş Haradinaj jî bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê û got: "Kosova bê mudaxeleya Erdogan jî dikare xwe birêve bibe. Kosova tu carî destwerdana kare Tirkiyeyê nekiriye û divê Tirkiye jî destdirêjiya welatê me neke."

    Bi heman mijarî:

    Çima Erdogan bi kincên leşkerî çû ser sînorên Sûriyeyê?
    Erdogan: Kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê bijîn divê welêt biterikînin
    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
    Pûtîn û Erdogan bi rêya telafonê axivîn
    ‘Divê Erdogan dev ji dîrektîfdayîna dadgehan berde'
    Erdogan û Trump bi telefonî axiftin
    Etîketan:
    Seerokwezîrê Kosovayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Ramuş Haradinaj, REcep Tayyip Erdogan, Kosova, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de