03:07 23 Nîsan 2018
    Akkuyu

    ‘Akkuyu ji bo hemû herêmê nîşaneyeke baş e'

    © AFP 2018 / Ibrahim MESE / DOGAN NEWS AGENCY
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê Enstîtuya Dewletên Nû ya Navneteweyî ku navenda wê li Moskowayê ye Aleksey Martinov ragihand ku projeya santrala nûkleerî ya Akkuyuyê ji xeyrî ekonomîkbûnê polîtîk e jî.

    Dîrektorê Enstîtuya Dewletên Nû ya Navneteweyî ku navenda wê li Moskowayê ye Aleksey Martinov di axaftina xwe de got: "Armanca projeya santrala nûkleerî ya Akkuyuyê hevkariya pêşerojê ye. Helbet ev proje ji bo Rûsya û Tirkiyeyê tenê e projeyeke ekonomîk e, di heman demê de ji têkiliyên kur û fireh ên Moskow û Enqereyê projeyeke polîtîk e jî."

    Aleksey Martinov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dîrokeke hevpar a bi sedê salan a Rûsya û Tirkiyeyê heye. Herdu welat li herêmê ji bo serokatiyê tekoşîn kirin û di têkiliyan de gelek serdemên germ jî çêbûn. Lê ti carî herdu welat negihîştin asta niha. Ev ji bo hemû herêmê û projeyên entegrasyonê nîşaneyeke baş e. Ji bo pêşketin û ewlehiya Avrasya û Rojhilata Navîn faktorek gelek girîng e."

    Bi heman mijarî:

    Akkuyu wê 13 hezar însan îstihdam bike
    Rosatom: Şirketên tirk, rûs û kendavê dixwazin tevlî sermayeya Akkuyu NGSê bibin
    Novak: Dibe ku Akkuyu heta sala 2023an temam bibe
    Pûtîn û Erdogan di meha nîsanê de temelê Akkuyu davînin
    Etîketan:
    Dîrektorê Enstîtuya Dewletên Nû ya Navneteweyî ku navenda wê li Moskowayê, Aleksey Martinov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de