20:01 19 Nîsan 2018
    S-400 hava savunma sistemi

    Tirkiye: Dema teslîmata S-400an bo Tîrmeha 2019an paşve hat kişandin

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Sanayiya Parastinê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Demir ragihand ku ew jî beşdarî civîna li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê ya Hevkariya Bilind a di navbera Federasyona Rûsyayê de bûye û got, “Dema teslîmkirina S-400an bo meha Tîrmeha 2019an hat kişandin.”

    Îsmaîl Demir li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew jî beşdarî civîna Hevkariya Bilind a li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê bûye û ev agahî parve kir:

    "Ji bo teslîmata S-400an bo Tirkiyeyê, di nav peymanê de guherîn hatiye kirin û dema teslîmatê me ji bo Tîrmeha 2019an paşve kişand."

    PÛTÎN: ME BIRYAR DA TESLÎMATÊ PAŞVE BIKIŞÎNIN

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna hevpar a digel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de gotibû, "Em li ser teslîmkirina S-400an axivîn. Me biryar da dema teslîmata wan paşve bikişînin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Mafê Kurdan e li Sûriyê di hemû proseyên çareseriya siyasî de cî bigirin
    Li navenda Youtubeyê êrîşa çekdarî: 4 kes birîndar bûn, êrîşkar hat kuştin
    Ferîd Eseserd: Ti welat bi qasî Tirkiyê peyva terorê bikar nayîne
    Generalê Siûdî: Tekane rêya li ber Kurdan damezirandina Kurdistana mezin e
    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    Etîketan:
    Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de