17:00 25 Nîsan 2018
    Jandarma - Cenderme

    Cendermeyan bi ser mala Ocalan de girt: Gelek kes hatin binçavkirin

    © AFP 2018 / Sedat Budak
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cendermeyan bi ser mala birayê Abdullah Ocalan a li gundê Amara yê Xelfetîya bajarê Rihayê de girt û hevserokê rêxistina bajarê Rihayê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de 9 kes binaça kirin.

    Hat zanîn ku kesên ji bo bîranîna rojbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 4ê Nîsanê, li gundê jidayik bûye Amarayê li mala Mehmet Ocalan hatibûn ba hev rastî serdegirtina cendermeyan hatine.

    Li gor zanyariyan hevserokê DBPê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî û rojnamevan Huci Yusuf jî di nav de 9 kesên li hundirê malê hatine binçavkirin de ne.

    Hat ragihandin ku serdegirtina cendermeyan li ser biryara Serdozgeriya Komarî ya Rihayê pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Mafê Kurdan e li Sûriyê di hemû proseyên çareseriya siyasî de cî bigirin
    Li navenda Youtubeyê êrîşa çekdarî: 4 kes birîndar bûn, êrîşkar hat kuştin
    Ferîd Eseserd: Ti welat bi qasî Tirkiyê peyva terorê bikar nayîne
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    Hesen Rûhanî gihîşt Enqereyê
    Etîketan:
    Xelfêtî, Amara, Mehmet Ocalan, Riha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de