04:05 20 Nîsan 2018
    Donald Trump

    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin

    © REUTERS / Carlo Allegri
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Amerîkayê Donald Trump car din dubare kir ku ew dixwazin ji Sûriyeyê derkevin.

    Serokê Amerîkayê Trump got ku ew dixwazin ji Sûriyeyê vekişin, lê li ser vê mijarê hîn biryarek nehatiye wergirtin.

    Trump got: "Dixwazim leşkerên me vegerin mala xwe. Dixwazim welatê me ji nû ve avadan bikim" û wiha pê de çû: "Peywira me ya serekî rizgarbûna ji DAIŞê ye. Hema bêje em ev erka xwe temam kir. Li nêzîk dê biryareke were dayîn."

    ‘EM LI SÛRIYÊ BIMÎNIN DIVÊ FATOREYA WÊ HÛN BIDIN'

    Trump di berdewamê de destnîşan kir ku heger leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin jî divê mesrefên wan ji aliyê hevpeymanên herêmê ve werin dabînkirin û bal kişand ser Erebistana Siûdî:

    "Erebistana Siûdî ji nêzîk vê biryara me dişopîne. Min ji wan re wiha got; Heger hûn dixwazin em li Sûriyeyê bimînin, dibe ku fatoreya wê jî hûn bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Endamên PKKê êrişî cerdevanan kirin: 5 kuştî û birîndar hene
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de