21:25 24 Nîsan 2018
    Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Ji 15 xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê yên piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ew hedef nîşan dan û hatin desteserkirin, 9 kes hatin girtin, 6 kes jî serbest hatin berdan.

    15 xwendekarên Zanîngeha Bogazaiçiyê ku ji bo êrîşên li ser Efrînê li dijî belavkirina loqiman derketibû, sewqî dadgehê hatibûn kirin. Ji wan xwendekaran 9 kes bi îdiaya 'propagandakirina rêxistinê' hatin girtin, 6 kes jî hatin berdan.

    Ew xwendekaran îro li ser daxwaza dozgeriyê sewqî dadgehê hatibûn kirin û di îdianameya dozgeriyê de hatibû gotin ku van 15 xendekaran di organîzeya Qlûba Lêkolînên Îslamê yên Zanîngeha Bogaziçiyê de êrîş birine xwendekarên ku ji bo êrîşên li ser Efrînê loqim belav kirine û hat parastin ku hewldane şîdeta fizîkî bi kar bînin.

    Herwisa hatibû îdiakirin ku wan 15 xwendekarên tên tawanbarkirin, di wê rojê de sloganên wekî "Qesr şer dixwaze, gel aşitiyê dixwazin" berz kirine û afîşên li ser "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", Em li zanîngeha xwe alîgirên ASAyê naxwazin" daliqandine.

    Di îdianameyê de hatibû parastin ku wan xwendekaran hewl daye ku Dewleta Tirkiyeyê wekî dewleteke dagirker û tundrew ku li herêmê xebatên ne rewa dike, nîşan bide.

    Ji bo danişîna doza xwendekaran malbat û hevalên wan jî li pêş Dadgeha Çaglayanê ya li Stenbolê kom bibûn û daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku nabe mafê perwerdehiyê yê xwendekaran were dizîn.

    Bi heman mijarî:

    Du xwendekarên zanîngehên Rûsyayê xelata xweşiktirîn model wergirt
    Erdogan xwendekarên kurd yên zanîngehê wekî 'terorîst' binav kir
    Xwendekarên Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Efrîkayê avê difiroşin
    Xwendekarên ku di 'Roja Ala Kurdistanê' de cilên kurdî li xwe kiribûn hatin desteserkirin
    Etîketan:
    dadgeh, darizandin, Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de