21:47 25 Gulan 2018
Fethullah Gulen

'Pêvajoya ji bo îadekirina Gulen êdî Rûsyayê jî eleqeder dike'

© AP Photo / Selahattin Sevi
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Tirkiyeyê ji bo sûîqesta Karlov derbarê Fethullah Gulen de biryara girtinê derxist. Derbarê biryarê de Mehmet Metiner anî ziman ku dibe Rûsya jî ji bo îadekirina Gulen li gel Amerîkayê têkeve dewrê û got, "Mijar êdî tenê Tirkiyeyê eleqeder nake, di heman demê de Rûsyayê jî eleqeder dike."

Dadgeriya Cezaya Silhê ya 2yem ya Enqereyê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ku lêpirsîna sûîqestê ya li dijî balyozê berê yê Rûsyayê Andrey Karlov dimeşîne, duhî derbarê Fethullah Gulen, Şerif Ali Tekalan, Cemal Karaata, Cengiz Ozkan, Emrullah Uslu, Hamza Sevinç, Murat Tokay û Temel Alsancak de biryara girtinê derxist.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Amerîkayê Nicole Navas Oxman derbarê bûyerê de got, "Ji bo mijarê em ê li hemû materyalên ku hikûmeta Tirkiyeyê dikare peyda bike, bikolin û di vê çarçoveyê de biryareke derbarê îadekirina Gulen de dê li gorî rastiyan û yasayên Amerîkayê werin dayîn."

Herwisa Parlamenterê Stenbolê yê AKPê Mehmet Metiner jî derbarê mijarê de anî ziman ku dibe Rûsya jî têkeve dewrê û ev tişt anîn ziman: "Divê Rûsya rêxistina ku milîtanê wê balyozê wan kuştiye bişopîne. Ger serokê wê rêxistinê ferman dabe, divê ji bo vî kesê ku tawanbarê sereke ye, daxwazên pêwîst yên ji bo îadekirina wî pêşkeş bike. Ger Amerîka wî serterorê bi navê Fethullah Gulen îade neke, wê gavê îdiaya wê ya li ser parastina demokrasiyê û têkoşîna li dijî terorê baweriya xwe wenda bike. Di vê mijarê de divê Rûsya jî bi dengekî bilind daxwaza îadekirinê ya Gulen bike. Ev bûyer êdî tenê ne pêvajoyeke hiqûqî û siyasî ya ku Tirkiyeyê eleqeder dike, di heman demê Rûsyayê jî eleqeder dike."

Bi heman mijarî:

DYA: Biryara îadekirinê Gulen li gor hincet û yasayên DYAyê wê bên dayin
Di lêpirsîna sûîqesta Karlov de ji bo Gulen û Uslu biryara binçavkirinê hat deranîn
Erdogan bangî Fetullah Gulen kir: Dê Amerîka heta ku li pişt te be
Ji Fethullah Gulen bo hevalbendên xwe peyamek nû
Li Qesra Spî ji bo îadekirina Gulen kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin
Etîketan:
îadekirin, Parlamenterê AKPê yê Stenbolê, Fethullah Gulen, Mehmet Metiner, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de