15:30 21 Gulan 2018
    ALA HDPÊ-hdp

    Şandeke HDPê dawiya heftê serdana Herema Kurdistanê dike

    © Sputnik / HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan şandeke HDPê dawîya hefteyê serdana Herema Kurdistanê dike. Mijara sereke ya serdanê yekitîya netewî ya kurd e.

    Bi serokatiya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk (HDP) Pervin Buldan şandeke HDPê dawîya hefteyê serdana Herema Kurdistanê dike. Di naveroka serdana HDPê de mijara yekîtiya netewî ya kurdan heye.

    ŞANDA HDPê DÊ BI SEROKÊ BERÊ YÊ HERÊMA KURDISTANÊ MESÛD BARZANÎ Û RAYEDAR Û PARTIYÊN HERÊMÊ RE BICIVE

    Hat hînbun ku di nava şandeyê de parlamenterên HDPê Feleknas Uca, Osman Baydemir, Imam Taşçier û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û endama MYKyê Zeynep Boga jî heye. Li gorî agahîyan berdest şandeya HDPê dê roja înê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi partiyên sîyasî û rêxistinên heremê re hevdîtinan bike. Di nava hevdîtinên şandeyê yên li Hewlêrê de Serokê berê yê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezirê Herema Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û endamên parlamantoyê jî hene.

    MIJARA SEREKE YA ŞANDEYÊ YEKITIYA NETEWÎ YA KURDAN E

    Şandeya HDPê paşê dê biçe Silêmanî û li vir bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Tevgera Goran û nûnerên partiyên din ên siyasî re jî hevdîtinan pêk bîne. Di hevdîtinan de rojeva siyasî û rewşa Rojava dê were axaftin û mijara sereke jî yekitîya netewî ya kurd e. Piştî hevdîtinan şandeya HDPê 8ê avrêlê dê vegere Tirkiyê.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî şandeyên HDPê gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û bi rayedarên wir re têkildarî yekîtiya kurdan gotûbêj kiribûn. Herî dawî di îlona 2016an de şandeya HDPê bi serokatiya Hevserokê berê Selahattin Demirtaş jî di nav de komek parlamenter serdana Herêmê kiribûn û 3 rojan sazî û dezgehan ziyaret kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Şandeke Hikûmeta lraqê li Hewlêrê ye
    Şandeke Parlemantoya Kurdistanê serdana Ewropayê dike
    Peskov: Tenê şandeke bêalî dikare diyar bike bê li Sûrî çekên kîmyewî tên bikaranîn an na
    Şandeke hikûmeta Iraqê ji bo serdanekê çû Moskowê
    Ji her çar perçeyên ku kurd lê dijîn şandeke jinan serdana Efrînê dike
    Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Belçîka dike
    Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi Kiwêtê bi rê ket
    Etîketan:
    Yekîtiya Netewî ya Kurdan, Têkiliyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê, Şande, Dîplomasî, Serdan, GORAN, KCD, HDP, YNK, PDK, Zeynep Boga, Berdsan Ozturk, Pervin Buldan, Osman Baydemir, Imam Taşçier, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de