00:43 26 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Çima Erdogan bi kincên leşkerî çû ser sînorên Sûriyeyê?

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Gerînedeyê giştî yê malpera Rai el Yewmê yê filistînî Ebdil Barî Etwan li ser sedema ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bi kincên leşkerî çû ser sînorê Sûriyeyê nivîsî û diyar kir ku xwestiye, peyamekê bide hevpeymanên xwe yên NATOyê ku dê bi her awayî nehêle keyaneke kurdî li bakurê Sûriyeyê çêbibe.

    Etwan diyar dike ku sedema Erdoganî kincên leşkerî li ser sînorên Efrînê li xwe kiribûn ew bû ku peyamekê bide hevpeymanên xwe yên NATOyê û herwiha peyamekê bide raya giştî ya Tirkiyeyê ku ji bo nehêle keyaneke kurdî çêbibe, amade ye têkeve şerekî.

    Nivîskarê filistînî derbarê mijarê de wiha dibêje: Serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi kincên xwe yên leşkerî yên deqdeqî li gel Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Hulusi Akar û fermandarên mezin bo qereqoleke sînorî li herêma Hatay û Antakyayê ya nêzîkî sînorên Sûriyeyê nîşan dide ku mêrik (Erdogan) dixwaze peyameke dualî bide ku ya yekem bo nava Tirkiyeyê ye û ya din jî bo cîhana derveyî ye, ew peyam bi taybetî ji bo hevpeymanên wî yên li Amerîka û NATOyê de da ku bibêje ku ew ji bi rûbirûbûneke leşkerî li dijî kurdan re amade ye û herwiha amade ye rê nedê ku hebûneke wan li ser xeta sînorî ya bakurê Sûriyeyê çêbibe.

    "SERKEFTINA TIRKIYEYÊ LI EFRÎNÊ KÊM E"

    Herwiha Etwan diyar dike ku kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve "serkeftineke kêm e lê ne ku qîmeteke wê ya pratîk tine ye" û wiha dewam dike: Hêzên Tirkiyeyê berê xwe neda bajarê Minbicê û ew kontrol nekir da ku rê li ber veke ku biçe bajarên din ên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk, wek Reqa, Heseke, Qamişlo û Kobaniyê."

    "EGER BIBE SEDEMA ŞER JÎ, AMERÎKA LI SER PIŞTGIRIYA HÊZÊN KURDÎ BIRIJD E"

    Li gorî Etwanî êrîşa Minbicê dê zehmettirîn tişt be ji bo Erdoganî û artêşa wî û sedema wê jî wiha rave dike: Ji ber Amerîka heta vê kêlîkî jî birijd e ku piştgiriyê bide hêzên kurdî yên li wê derê û nehêle artêşa Tirkiyeyê wê derê kontrol bike, heta eger ev tişt bibe sedema şerekî jî."

    "PIŞTGIRIYA FRANSAYÊ JI KEYANA KURDÎ RE LI BER JIDAYIKBÛNÊ YE"

    Nivîskarê filistînî dibêje ku Amerîka xwestiye birijdiya xwe di piştgiriya HSDê de nîşan bide loma sêsed leşkerên din li gel navgîn, tank û cebilxaneya giran şandine Minbicê û helwesta Serokê Fransayê Emmanuel Macronî bi bîr tîne ku gotibû dê hêzên frensî bişîne Minbicê û herêmên di bin kontrola kurdî û wiha dewam dike: "Piştgiriya Fransaya ya fermî ji keyana kurdî re bi li ber jidayikbûnê ye".

    "ÊDÎ DU DEWLET LI HIMBERÎ TIRKIYEYÊ NE"

    Etwan vê piştgiriya Fransayê li gel Amerîkayê wiha şirove dike ku êdî Amerîka tûşî mezintirîn du hêzên NATOyê dibe û wiha dewam dike: Anku Amerîka û Fransa li ser erdê ye û ji bilî şerî ti rê li ber wê tine".

    Bi heman mijarî:

    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
    Bi daxwaza Erdogan parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet serdana Tirkiyê kir
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: Hindik ma ye ku em bikevin Efrînê
    Erdogan li ser rewşa Efrînê de agahî da serokomarê Almanyayê
    Etîketan:
    Ebdulbarî Etwan, Recep Tayyip Erdogan, Antakya, Efrîn, Hatay, Minbic, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de