15:34 21 Gulan 2018
    Dadgeh

    Bi hinceta rojnivîsên vekşîna PKKê, cezayê girtîgehê lê hat birrîn

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Nivîskar Hasan Cemal di dema pêvajoya çareseriyê de li heremê vekşîna PKKê dişopand û bi rojnisên vekşînê ve rewş ji şopînerên xwe re parve dikir. Ji ber rojnivîsan derbarê Hasan Cemal de doz hat vekirin û 3 meh û 22 roj ceza lê hat birrîn.

    Nivîskarê T24ê Hasan Cemal ji ber nivîsên xwe yên derbarê pêvajoya çareserkirinê û vekşîna PKKê, derheqê wî de doz hatibû vekirin û 13 sal cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin. Cemal ji vê dozê beraat kir lê piştî ku Dadgeha Edlî ya Herema Stenbolê doz xerakir nivîskar îro cardin derket dadgehê.

    Şandeya dadgehê nivîskar Hasan Cemal bi 3 meh û 22 rojan ceza kir û infaza cezayê wî jî taloq kir. Doza ku bi biryara beraatê ve encam bibû piştî weşandina rêznivîsa ‘Rojnivîsên Vekşînê' bi 4 salan hatibû vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê salek ceza ji nivîskar Hasan Cemal re birî
    Hasan Cemal nobedarê îro yê Ozgur Gundemê ye
    Hasan Cemal: Erdogan li dijî azadî û mafên mirov şer ragihand
    Hasan Cemal dengê xwe dide kîjan partiyê?
    Etîketan:
    Ceza, Dadgeh, doz, Hasan Cemal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de