19:08 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    NYT: Erdogan bi weaz û heqaretên berz bandorê dike

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya amerîkî New York Times (NYT) derbarê retorîkên siyasî yên Erdogan de bi navê ‘Weaz û heqaretên berz: Erdogan çawa bandorê li Tirkiyeyê dike?' analîzek belav kir.

    Berpirsê NYTê yê Stenbolê Carlotta Gall derbarê retorîkên siyasî yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Edogan de gotarek weşand.

    ‘JI OLPERESTIYÊ BER BI ÊRIŞKARIYA BÊQISÛR'

    Carlotta Gall "Ger tweetên Serok Trump hebin, nutqên serokê tirkî hene. Nava heftê her roj sê caran, dawiya heftê du caran diaxive. Yek ji alavên wî yên girin karîzmaya wî û gotinên wî yên têkoşer in. Ji parêzvanên demokrasiyê re dibêje ‘talanker', ji wezîrê derve yê Almanyayê re dibêje ‘karesat' û tinazê xwe pê dike. Bi zimanê rojane diaxive, ji ber helbestan dixwîne. Reqîbên xwe yek bi yek hedef nîşan dide û bi awayekî bêqisûr ji oplerestiyê derbasî êrişkariyê dibe."

    ‘RÊJEYA DENGÊN WÎ JI SEDÎ 40 E'

    Li gorî wergera BBCya tirkî, di gotarê de tê gotin,"(Erdogan) Bi qabîliyeta xwe ya xîtabetê ku reqîbên wî jî jê dihesidin îhtimal e di hilbijartinên were de were ser kar, lewra rêjeya dengê wî li dora 40 ji sedî ye."

    ‘LI GORA TRENDA NAVDEWLETÎ YE'

    Nivîskar Gall di gotarê de Erdogan dişibîne Trump û dirêjiya analîza xwe de dibêje, "Ji vî aliyî ve Erdogan bi trenda navdewletî ya otokrat û qurre re li hev e. Serokê wiha ev demek e dirêj e derfetê dibînin ku li ser kesayetên ji rêze û ji nedîtî ve hatine dîtin biaxibin.

    Di gotarê de tê destnîşankirin alîgirên Erdoganî wî weke birayekî, bavekî an jî weke cîranekî xwe dibînin, ji perwerdeya olî ya ku stendiye mefa werdigire, "di axaftinên xwe de her tim lîberal, dabeşkerên sekuler bi kar tîne, ev yek car caran were rexnekirin jî alîgirên wî yên misilman dixwazin van îfadeyan bibihîzin."

    ‘CIVÎNÊN WÎ DI ATMOSFERA PÊŞBIRKÊN FUTBOLÊ DE DERBAS DIBIN'

    Nivîskar amajê bi wê yekê dike ku civînên Erdoganî di ‘atmosfera pêşbirkên futbolê' de derbas dibin û hema bê her gav Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne dike.

    ‘HER TIM DIQÎRE'

    Di gotarê cih dane tesbîta esnafekî stenbolî ku gotibû ‘her tim diqîre'.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'
    Erdogan: Eyy Netanyahu bi çeka xwe ya nukleerî forsa navêje
    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
    Erdogan: Kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê bijîn divê welêt biterikînin
    Serşêwirmendê Erdogan: Heke Rûsyayê qada hewayî venekira me nikarîbû yek NHB jî bifiranda
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Etîketan:
    ji olperestiyê berev êrişkariyê, Trenda navdewletî, Analîz, gotar, NYT, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de