18:36 19 Nîsan 2018
    Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran

    Nivîskarê nêzîkî AKPê namzedên Stenbol û Enqereyê eşkere kirin

    © REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku Erdogan wê bi namzedên ku qezenç bike têkeve hilbijartinê û namzedên Stenbol û Enqereyê eşkere kirin.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ji bo hilbijartina herêmî ya Adara 2019an nivîseke kulîsê nivîsand. Li gor Selvi ji bo namzediya Stenbolê navê Binali Yildirim 3u ji bo Enqereyê jî Ali Babacan, Julide Sarieroglu û Suleyman Soylu derbas dibe.

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Navê hêrî zêde ji bo Stenbolê gotin ê Serokwezîr Binali Yildirim e. Ji xeyrî Yildirim digel ku dev ji wezîfê berdaye navê Kadir Toptaş û yê niha Mevlut Uysal jî tê axaftin. Wek ku Erdogan jî dibêje yê Stenbolê winda bike wê Tirkiyeyê winda bike."

    Selvi di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em baş dizanin ku Erdogan wê bi navê ku qezenç bike tekeve hilbijartinên Stenbol û Enqereyê. Ez naxwazim têkevim spekulasyonan, lê ji bo Stenbolê Binali Yildirim û ji bo Enqereyê jî Ali Babacan, Julide Sarieroglu û Suleyman Soylu derbas dibe."

    Bi heman mijarî:

    Di AKPê de bo daxuyaniyên Metiner û Tayyar biryar hat stendin
    Berdevkê AKPê: Efrîn paytexta dewleta tê plankirin e, operasyon jî ji bo wê ye
    'Kurd dilşikestî bûne, tevgera AKPê li dijî kurdan guherî'
    Hollanda serdana Wezîra AKPê ya berê Fatma Şahîn qebûl nekir
    Cîgirê AKPê: Rêjeya dengê partiya me kêm e
    Etîketan:
    Serkwezîrê Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de