15:39 22 Nîsan 2018
    Ozturk Yilmaz

    Yilmaz: Ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin

    © Sputnik / CHP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê serokê Partiya Komara Gel (CHP) Ozturk Yilmaz, hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş li girtîgehê ziyaret kir. Yilmaz daxuyand ku ji herema min ya hilbijartinê ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin.

    Cîgirê serokê Partiya Komara Gel (CHP) Ozturk Yilmaz li girtîgeha Edirneyê ya bajarê Tirkiyeyê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ziyaret kir. Li gor nûçeya Cumhuriyetê Ozturk Yilmaz bilêv kiriye gel wî teşwîkî serdana kiriye ku ji herema min ya hilbijartinê ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin.

    Cîgirê serokê CHPê da zanîn ku ji serdana wî ya Selahattin Demirtaş Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu haydar kiriye û wiha got: "Herwiha ez ne ji bo mîsyonekê û pêşniyazekê çûm, wateya serdana min şexsiye û mirovî ye. Wateya serdana min ya di van rojên ji bo demokrasiya Tikiyeyê zor û zehmet derbas dibe de gellekî girîng e. Helbet ez rêzê ji bo ku partiyek siyasî ye ji HDPê re digrim lê vê jî dizanim ku em reqîbê hev in jî."

    Yilmaz eşkere kir ku di serdana Dermirtaş de ji nirxandina siyasetê bêtir şert û mercên girtîgehê hatine axaftin, herwiha derbarê pêvajoya demokrasiya Tirkiyeyê de jî danûstendinên hin fikran jî kirin.

    Bi heman mijarî:

    'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
    Demirtaş: Ji bo qedexeya siyasetê were ser min, fişara cezakirinê dikin
    Demirtaş: Darizandin ne li gorî destûrê ye
    Demirtaş li ser îdayên ku ‘ji Ocalan talîmat stendiye' daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Ziyaret, Selattain Demirtaş, Serdan, Girtîgeh, CHP, Cîgirê serokê Partiya Komara Gel (CHP) Ozturk Yilmaz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de