10:15 23 Nîsan 2018
    Benyamin Netanyahu Recep Tayyip Erdogan

    Netanyahu dîsa bersiv da: Yên ku li Efrînê sivîlan dikujin nikarin dersa exlaqê bidin me

    © AFP 2018 / RONEN ZVULUN, OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di dueloya Benjamin Netanyahu û Recep Tayyip Erdogan de raunda duyem. Netanyahu ji Erdogan re got: "Yên ku li Efrînê sivîlan dikuje û Qibris dagir kiribe nikare dersa exlaqê bide me."

    Piştî êrişa çekdarî ya hêzên ewlehî yên îsraîlî li hemberî filistiniyan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi terorîstî û bi bombekirina sivîlan tometbar kiribû.

    Li hember rexneyên Serokomar Erdogan Serokwezîr Netanyahu li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê cara duyem bersiva Erdogan da.

    ​Netanyahu di peyama xwe de got: "Erdogan fêr nebûye ku bersiva wî were dayîn. Lê divê ferî vê bibe. Yê ku Bakurê Qibrisê dagir kiribe, li nav axa kurdan belav bûbe û li Efrînê sivîlan dikuje nikare behsa exlaq û nirxên însanî ji me re bike."

    Roja îna borî li Xezzeyê di çalekiyekê de 15 filistiniyên sivîl ji aliyê hêzên ewlehî yên Îsraîlê ve hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Eyy Netanyahu bi çeka xwe ya nukleerî forsa navêje
    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
    Netanyahu: Ji bo Rojhilata Navîn 3 metirsiyên mezin hene
    Ji bo Netanyahu tê gotin ku rasterast bi bertiîlê re têkildar e
    Netanyahu: Îstixbarata Îsraîlê nehişt ku DAIŞ balefira rêwiyan bixe
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Îsraîlê, Recep Tayyip Erdogan, Benjamin Netanyahu, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de