17:38 22 Nîsan 2018
    Temel Karamollaoglu

    ‘Bo pirsgirêka Kurd werin em li Amedê ‘Kongreya aştî û biratiyê' li dar bixin'

    © Sputnik / Saadet Partisi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bangî hikumetê kir ku werin bi ‘Kongreya aştî, îstîkrar û biratiyê' li Amedê em bicivin. Karamollaoglu: "Bi qasî girîngiya ewlehiya sînor, di nav gelan de avakirina biratiyê jî girîng e. Bi kongreya li Amedê divê pirsgirêkên Kurdan bên îstîşarekirin."

    Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu piştî operasyona dijî Efrînê û nîqaşên hilbijartinên pêşwext derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de bangek balkêş li hikumeta Tirkiyeyê kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan werin em li Amedê ‘Kongreya aştî, biratî û îstîqrarê' li dar bixin."

    Li gor nûçeya Cumhuriyetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de destnîşankir ku bi qasî girîngiya ewlehiya sînor, di nav gelan de avakirina biratiyê jî girîng e. Karamollaoglu da zanîn ku divê hikumet li Amedê ‘Kongreya aştî, biratî û îstîqrarê' li dar bixe û tevî kesên ku li heremê bi vê mijarê re tekildarin beşdarî vê kongreyê bibin. Divê bi rêvebiriya Şamê re jî pêwendî werin danîn û ji xeynî YPG/PYDê nûnerên Sûriyeya Bakur jî tevlî vê civînê bibin. Li gor nûçeyê Karamollaoglu bilêv kiriye ku divê ji rêvebiriya Herema Kurdistanê, Iraqa Navendî û Îranê jî hin rayedar ji bo kongreya aştiyê verin vexwendin. Pirsgirêkên Kurdên ku li heremê bi 4 dewletan re dijîn, ji mafê zimanê zikmakî heta mafê çandê divê di konferansê de bên rojevê û bên îstîşarêkirin û çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Partiya Saadetê Karamollaoglu wê serdana Abdullah Gul bike
    Ji Karamollaoglu bo AKPê: Min nekin şirîkê şaşiyên xwe
    ‘Karamollaoglu lîstika Erdogan xera dike'
    Etîketan:
    pirsgirêk, kurd, Temel Karamollaoglu, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de