15:40 22 Nîsan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Eyy Netanyahu bi çeka xwe ya nukleerî forsa navêje

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Edeneyê axivî û di axaftina xwe de rexneyên giran li Îsraîl û Fransayê girtin. Erdogan got, "Ji Fransayê daxuyaniyên ku em naxwazin bibihîzin û li wan nayê hatin dayîn." Serokomarê tirk dewleta Îsraîlê jî wekî ‘dewleteke terorê' bin av kir.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê di Kongreya AKPê de axivî û di axaftina xwe de pesna Amerîkayê da û rexneyên giran li Fransayê girtin.

    Erdogan di axaftina xwe de ev tişt gotin: "Em guhertinên di polîtîkaya Amerîkayê ya li Sûriyeyê de, qismî be jî, teqdîr dikin. Em bi xebata xwe ya ligel Amerîkayê re kêfxweş in. Ji Fransayê daxuyaniyên ku em naxwazin bibihîzin û li wan nayê hatin. Edene van frasniyan baş dizane. Fransî jî Edeneyê baş dizanin. Wan duhî çeteyên ermeniyan sor kirin, îro jî heman lîstikê di ser hinekên din re dilîze. Edene wê peyamekê bide kesên ku PYD li Qesra Elyseeyê kir mêvan. "

    Serokomarê tirk Erdogan rexneyên giran li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî girtin û got, "Hewce nake em bibêjim artêşa Îsraîlê li cîhanê çi qas zalim e. Îsraîl li hemberî mezlîman wêrek e. Zalim nikarin wêrek bin. Rabûne ji me re dibêjin leşkerên w eli Efrînê zilm kiriye. Eyyy Netanyahu tu pir lawaz î, wer ser hemdê xwe. Derdê ne terorîst e, Tu dewleta terorê yî."

     

    Bi heman mijarî:

    SOHR: Hêzên amerîkî û frensî dewriyeyên li Minbicê didomînin
    Yûnanistan: Bila Tirkiye hay ji gotinên xwe hebe
    Generalê amerîkî: Em tenê nikarin bi DAIŞê
    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de