06:07 20 Nîsan 2018
    Osman Baydemir

    Baydemir: Kurd biçin li Marsê bibin xwedî dewlet, Enqere dîsa wê li dijî derkeve

    © Sputnik / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir got, ger kurd biçin li Mars û Jupîterê dewletekê ava bikin, bawer bikin ku Erdogan û rejîma Enqereyê wê bibêjin, "Em yekperçebûna axa Marsê dixwazin û em dixwazin kurd nebin xwedî dewlet."

    Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir ji bo Rûdawê axivî û diyar kir ku rewşa niha ya li Rojhilata Navîn ji bo hemû xelkê Kurdistanê gelekî dijwar e. Baydemir axaftina xwe wisa berdewam kir, "Gelek êrîşên mezin li dijî nirxên mirovahiyê tên kirin. Em wekî HDPê û ez wekî kurdekî gelekî baş dizanim ku pirsgirêk ne bi şer û kuştinê, bi diyalog û mizakereyê tên çareserkirin. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Lê mixabin rejîma Enqereyê her ku diçe dûrê mizakereyê dikeve. Her ku diçe pirên di navbera mirovan de xera dike."

    Baydemir got, "Dagirkirina Efrînê xerakirina pirekê ye. Xerakirina Efrînê xerakirina siberojê ye. Ev êrîşeke li dijî pêkvejiyanê ye. Loma jî dikare were gotin ku Enqere niha ji pêvajoya çareserî û mizakereyê dûr e. Ji berk u fikr û nêrîna wan li ser dijminahiya kurdan e."

    Osman Baydemir bal kişand ser operasyona artêşa Iraq û hêzên Heşda Şeibî ya li dijî Kerkûkê û got, "Enqere di xerakirina Kerkûkê de bi Heşda Şeibî û hêzên din re roleke qirêj lîst. Ew tê wê wateyê ku gava Kurd li cihekî Rojhilata Navîn daxwaza mafên xwe bike, Enqere wê wan terorîst bibîne. Min ev di konferansa li Parîsê de jî got. Ger kurd biçin Mars û Jûpîterê dewletekê ava bikin, bawer bikin, Erdogan û û rejîma Enqereyê wê bibêjin, ‘Em yekperçebûna axa Marsê dixwazin û em dixwazin kurd nebin xwedî dewlet.'"

    Bi heman mijarî:

    'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    HDP: Niha di rojeva me de tifaq tuneye
    HDP ji bo tifaqê çi difikire, wê di nava blokan de cih bigre an na?
    Şandeya HDP-DBPê çû serdana PAKê
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê yê Rihayê, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de