10:41 23 Nîsan 2018
    Şamil Tayyar

    Di AKPê de bo daxuyaniyên Metiner û Tayyar biryar hat stendin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    AKP ji ber daxuyaniyên Şamil Tayyar û Mehmet Metiner ku di partiyê de bû sedema nîqaşan tewdîran distîne. Ji bo pêşî li ber van daxuyaniyan bên girtin bi parlamenteran re wê civîn bên lidarxistin.

    Di demên dawî de hin parlamenterên AKPê ji ber nirxandinên li ber civakê ji bo partiyê rewşek nebebaş derxistin holê. Ji aliyê rêvebiriya partiyê biryar hat stendin ku êdî bi parlamenteran ji bo pêşî li daxuyaniyên bi nîqaş bên girtin wê civîn bên lidarxistin.

    Hefteya borî gotinên Parlamenterê Antebê Şamil Tayyar û Parlamenterê Stenbolê Mehmet Metiner bibû sedema nîqaşan. Herwiha Şamil Tayyar bilêv kiribû ku li Antebê borsaya FETO heye. Karsazên bi hinceta FETOnhatine  girtin bi mîlyon dolaran tên tehliyekirin. Tayyar ji ber van gotinan hatibû hişyarkirin.

    Mehmet Metiner li Adiyamanê di konferansekê de birbîrxist ku desthilatdarî me diguherîne û wê biguherîne jî. Hêz û pere mirov bi jahrê dixe. Herwiha li ser van gotinên Metiner di partiyê de nîqaşê dabû destpêkirin. Li gor nûçeya Cumhuriyetê rêvebiriya AKP ji bo pêşiyê li ber van daxuyaniyan bigre wê bi parlamenteran re civînan li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    ‘Dengdêrên AKP-MHPê dûrî tifaqê disekinin'
    Eliaçik: AKP tevlî sûc bûye û tiştê ku niha dike manewrayên siyasî ne
    Mesut Tek: Divê kurd li dijî tifaqa AKP-MHPê derkevin
    Etîketan:
    Parlamenter, Nîqaş, AKP, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de