05:12 21 Nîsan 2018
    Nevzad Karakeçi

    Serokê HAK-PARê ji ber nîqaşên tevlîbuna wî ya Newrozê îstîfa kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Amedê Nevzat Karakeçi piştî serokatîya xwe ya 25 roja ji partîya xwe îstîfa kir.

    Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Amedê Nevzat Karakeçi piştî serokatîya xwe ya 25 roja ji partîya xwe îstîfa kir. Karakeçi diyar kir ku tevlîbuna wî ya Newrozê di nava partiyê de hatîye nîqaş kirin û ji ber van nîqaşan îstîfa kirîye.

    Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Amedê Nevzat Karakeçi ji partîya xwe îstîfa kir. Karakeçi di kongreya ku di 4ê Adarê de hat li darxistin bibu serokê HAK-PAR a Amedê. Karakeçi sedema îstîfakirina xwe tevlîbuna Newrozê nîşan da. Karakeçi got "HDPê ez vexwendim Newrozê. Ez jî tevlî Newrozê bum û li wir axivîm. Axaftina mi bandor li tabuya hinek kesên rêxistina Amedê kir û bertek nîşan dan. Ez sewqî disiplînê kirim û dibêjin ku ez bê biryara rêveberiyê çume, lê haya hemuyan hebu. Bi sedema ku navenda giştî jî li hemberî wan bêdeng ma mi jî îstîfa kir. Heger Newroz cejna gelê kurd be û em jî xwe weke partîyek kurd dibînin tevlibuna me ya platforman çawa xelet dibe? Ev ne helwestek mantiqî û ehlaqî ye."

     

    Bi heman mijarî:

    PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin
    HAK-PAR ji bo serxweşiyê çû serdana HDPê
    HAK-PAR: Em mîtîngan li dar naxin
    Etîketan:
    Serokê HAK-PARê îstîfa kir, Nevzat Karakeçi, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de