21:26 24 Nîsan 2018
    Rojnameya Welat

    Rojnameya Welat: Em ê weşangeriya xwe li ser înternetê bidomînin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Rojnameya Welat bi sedema ku êdî tu çapxane deriyê xwe li rojnameyê venekirin wê neyê çapkirin. Xwediyê Îmtiyazê yê Welat Zeynel Abidîn Bulut got: "Ji ber sedemên zor û zehmet ji îro pêve rojnameya me Welat dê neyê çapkirin. Em ê weşangeriya xwe ya kurdî li ser înternetê bidomînin."

    Rojnameya Welat ya ku tekane li Tirkiyê weşana kurdî dike piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat desteserkirin û êdî tu çapxane deriyê xwe li wan venakin nikare rojnameyê çap bike. Xebatkerên Rojnameya Welat ji ber ku çapxaneyan deriyê xwe li wan girtin û rêyên çapê li pêş wan hat girtin bi Nûnertiya Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) ya Amedê daxuyaniyek hevpar da. Nûnerê TGSê yê Amedê Mahmut Oral axivî û got "
    "Mixabin tu çapxaneyek dê rojnameya Welat a tekane li Tirkiyeyê bi kurdî weşanê dike, bi wêrekî bike nehat dîtin.

    ‘ME VÎ FILMÎ DI SALÊN 90AN DE JÎ DÎTIBÛ'

    Oral wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê rojnameya Welat duh bi awayek fotokopî derket û li xwîneran hat belavkirin. Me vî fîlmî di salên 1990an de dîtibû. Wê demê jî desthilatdarî rojnameyan qedexe dikir û nedihişt bê belavkirin. Îro jî heman rêbaz li dijî rojnameyan tên bikaranîn û digirin. Li gel van hemû pêkanîn û qedexekirinan jî em ê rastiyê ji gel re ragihînin."

    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat
    © AP Photo / / Burhan Ozbilici, file
    ‘JI BER REWŞA AWARTE ZIMANÊ KURDÎ HATIYE QEDEXEKIRIN'

    Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Abidîn Bulut jî li ser navê xebatkarên Welat daxuyanî xwend. Bulut got "Bi taybetî jî çand û zimanê kurdî hedef digirin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re zimanê kurdî bi awayekî fiîlî hatiye qedexekirin. Li Tirkiyeyê tekane rojnameya ku bi kurdî weşanê dike rojnameya Welat e û li vî welatî çapxaneyeke nayê dîtin ku rojnameyê çap bike. Li gel ku tu astengiyeke hiqûqî ji bo çapnekirinê tune ye jî, xwediyê çapxaneyê diyar kir ku ew nikare rojnameyê çap bike û ev yek ji qaweta wan zêdetir e. Xwediyê çapxaneyê bi xwe aniye ziman ku ji ber zext û gefan biryara çapnekirinê girtiye."

    ‘EM Ê WEŞANGERIYA XWE YA KURDÎ LI SER ÎNTERNETÊ BIDOMÎNIN'

    Bulut got "Di nav van şert û mercan de şert û şirûd nehiştine ku em rojnamegeriyê bikin. Zimanê kurdî bi berxwedana xwe ya li dijî van zext û pêkutiyan heta îro hatiye. Em jî wekî parazvanên vî zimanê pîroz heta dawiyê em ê xwedî li zar û zimanê xwe derkevin. Ji ber van sedemên zor û zehmet ji îro pêve rojnameya me Welat dê neyê çapkirin û em ê weşangeriya xwe ya kurdî ku di çi şert û mercan de be em ê dev jê bernedin, em ê li ser înternetê bi awayekî berbelavtir û bi bandortir, bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe, li aboneyê xwe, li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî dikin ku piştgirtiyê bidin me."

    Bi heman mijarî:

    8 xebatkarên Azadiya Welat hatin desteserkirin
    Polêsan bi ser avahiya Azadiya Welat de girtin
    Xebatkarên Azadiya Welat hatin girtin
    Belavkirina rojnameya ‘Azadiya Welat' sûc hate dîtin
    Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat hate girtin
    Xebatkarê Azadiya Welat hate binçavkirin
    Etîketan:
    Rojnameya Welat, Mahmut Oral, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de