19:05 25 Nîsan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Bernameya serdana Vladimîr Pûtîn a Tirkiyeyê diyar bû

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Bernameya serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Tirkiyeyê diyar bû. Pûtîn di 3ê Nîsanê de wê beşdarî civîna 7em a UDIK a Rûsya-Tirkiyeyê bibe. Di 4ê Nîsanê de li Enqereyê wê bi Tirkiye û Îranê re di civîna mijara guftokirina Sûriyeyê de li hev bicivin.

    Pûtîn, Rûhanî, Erdogan
    © Sputnik / Russian Presidential Press Office/Mikhail Metzel/POOL
    Navenda Çapemeniya Serokomariya Tirkiyeyê bernameya serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn eşkere kir ku civîna UDIK a di navbera Tirkiye-Rûsyayê de ku bi hevserokatiya Recep Tayyip Erdoğan û Vladimir Pûtîn û beşdariya wezîrên têkildar ve di 3ê Nîsanê de wê bê li Enqereyê wê bê lidarxistin.

    Di civîna UDIKê de têkiliyên di navbera herdu dewletan Tirkiye-Rûsyayê bi her awayî wê bên nirxandin, ji aliyê din ve mijarên heremê û navdeletî jî wê di civînê de bên axaftin. Herwiha di çarçoveya serdanê de di heman rojê de Pûtîn wê beşdarî temelavêtina Santrala Akkuyu ya Nukleerê bibe.

    Civîna bi mijara Sûriyeyê jî di 4ê Nîsanê roja Çarşemê wê di navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen el Rûhanî de bê lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Pûtîn û Erdogan bi rêya telafonê axivîn
    Dîmenên serdana Vladîmîr Pûtîn a bajarê Kemerovo ya şewat lê qewimî
    Etîketan:
    Mijar, Bername, Serdan, Sûriye, Navenda Çapemeniya Serokomariya Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de