02:27 20 Nîsan 2018
    ÎRA

    ÎRA: Êdi li Tirkiyeyê dengên cuda û çapemenîya mûxalif nayê xwestin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), ragihand ku di meha Adarê de 41 rojnameger hatin desteserkirin 2 rojnameger hatin girtin. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan got "Êdî li Tirkiye deng û çapemeniya muxalif nayê xwestin. Çapemeniya yek tîp û yek teng tê xwestin."

    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Adarê ya binpêkirinê mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. ÎRA ji bo desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun şermezar bike û piştgiriyê bide rojname û çapxaneyê roporên ku her meh li Amedê bi raya giştî re parve dikir vê car li Stenbolê aşkere kir. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan berîya rapora daxuyanî da û got "Meha Adarê ji bo çapemeniyê û rojnamegeran bû meha zext, ceza û binçavkirinan."

    ‘ÊDÎ LI TIRKIYÊ DENGÊN CUDA Û ÇAPEMENIYA MUXALIF NAYÊ XWESTIN'

    Hakki Boltan got: "Êdî li Tirkiye deng û çapemeniya muxalif nayê xwestin. Çapemeniya yek tîp û yek teng tê xwestin. Çapemeniya muxalif her gav dikare dengê wê bê qutkirin. Yên nikarin bikirin bi riya qeyûmê desteser dikin. Firotina Koma Medya ya Dogan rê li pêş şikandinek mezin ya çapemeniyê vekir. Ji niha û şûnde Rêveberiya Qesrê dê bêtir hewl bide tenê çapemeniya ku cih dide yek dengî derxe pêş. Piştî înternet xistin bin kontrola RTUK'ê û Koma Dogan firotin, niha jî bi riya Qeyûmê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun desteser kirin. Ev aşkere nîşan dide ku Qesr dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe."

    ‘TEKOŞÎN Û KEVNEŞOPIYA ME YA 30 SALAN FAM NEKIRINE'

    Boltan wiha got: "AKP dixwaze bi hêsanîtir medya kontrol bike. Li aliyê din Koma Medya ya Dogan ku bi hemû hêza xwe xizmeta îktîdarê dikir jî ji ber ku di qada aborî de serbixwe bû firotin û xistin destê patronan. Hem di qada aborî de û hem jî di qada polîtîkaya weşanê de xistin bin desthilatdariya xwe. Bi vê yekê jî nehat ser şev nîvê şêvê polîsan bi ser Buroya Navendî ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku tekane nûneriya çapemeniya azad e girtin. Dîsa bi ser Çapxaneya Gun a Ozgurlukçu Demokrasî lê tê çapkirin de girtin û dest danîn ser. Hemwext bi ser rojname û çapxaneyê de girtin û li aliyê din Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasım Zengîn jî di navde 27 xebatkarên çapemeniyê binçav kirin û hêj di bin çavan de ne.

    Hişmendiya ku dixwazin bi ve yekê Çapemeniya Azad bêdeng bikin, xuya ye ku tiştek ji têkoşîn û kevneşopiya me ya 30 salan fam nekirine."

    Rapora meha adarê wiha ye:

    * 170 rojnameger girtî ne.

    * 41 rojnameger hatin binçavkirin.

    * 2 rojnameger hatin girtin.

    * 3 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin.

    * 83 rojnameger hatin darizandin. Ji vana der barê 30 rojnamegerî de ceza hat birîn.

    * Li 30 rojnamegeran bi tevahî 178 sal û 4 meh ceza hat birîn.

    * 1 rojname û 1 çapxane qeyûm tayînî wan hatin kirin.

    * 1 rojnameger qunçiknivîsên wî hatin sansurkirin.

    * Koma Medya ya Dogan hat firotin.

    * Înternet ket bin venêrtina RTUK'ê

    * Rojnameyek 12 caran ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr ji ber kuştina rojnamevan îstîfa kir
    Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin
    Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
    Juncker: Li Tirkiyeyê heta ku rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe
    Sala borî li lraqê 36 rojnamevan hatine kuştin û birîndarkirin
    Hûsiyan peyamnêrê Spûtnîkê jî di nav de 41 rojnamevan berdan
    Etîketan:
    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Hakki Boltan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de