08:35 23 Nîsan 2018
    Efrîn-leşkerê tirk

    Serşêwirmendê Erdogan: Heke Rûsyayê qada hewayî venekira me nikarîbû yek NHB jî bifiranda

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Ilnur Çevik eşkere kir ku heke Rûsyayê qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekira, di operasyona Mertalê Firatê û operasyona dijî Efrînê de Tirkiye nikarîbû Navgînek Hewayî ya bê Mirov (NHM) jî bifiranda.

    Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Ilnur Çevik, têkîliyên Tirkiyeyê yên bi Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê re nirxand. Çevik bibîr xist ku heke Rûsyayê qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekira, di operasyona Mertalê Firatê û operasyona dijî Efrînê de Tirkiye nikarîbû Navgînek Hewayî ya bê Mirov (NHM) jî bida firandin.

    Ilnur Çevik beşdarî bernameyek CNN Tirkê bû û derbarê pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê de got: "Rûsya di demên dawî de xwe ji serokomarê me re daye ispatkirin, performansek baş nişan da, nota min ya şexsî bo Rûsyayê 10 e.

    Çevik derbarê operasyonên Tirkiyeyê de jî got, heke Rûsyayê qada hewayî venekira ji xwe têketina El Babê û Efrînê li hêlekê, me nikarîbû Navgînek Hewayî ya bê Mirov (NHM) jî bifiranda.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî qaçaxçiyan operasyon hat li darxistin, midurê ewlekariyê jî hat binçavkirin
    Li Kocaeliyê li ser saziya perwerdehiyê ya DAIŞê operasyon hat kirin: 12 kes hatin girtin
    Çiçek: Operasyon Efrînê di nava kurdan de mobîlîsazyoneke nû pêk anî
    Li bajarên Tirkiyeyê operasyon: 73 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Efrîn, Qada hewayî, piştgirî, operasyon, Ilnur Çevik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de